4 endamên Koma Arsîsa ji ber di bernameya Bazîdê strana “Bêrîtan” gotin hatin binçavkirin.
Koma Arsîsa di bernameya ziman a li navçeya Bazîd a Agiriyê de derketin ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin. Koma Arsîsa dema strana “Bêrîtan” gotin polîsan hewldan li ser dikê wan binçav bikin. Li ser berteka rêveberên DEM Partiyê û girseyê polîs paşde gav avêtin û ji ser dikê daketin. Hat hînbûn ku endamên Koma Arsîsa Tuncay Taştan, Murat Koçak, Ayşe Guler û Derya Kanpolat li navenda navçeyê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin û hatin binçavkirin. Hunermendên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan.