Endamên Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî dê îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ya li Meclîsê hatiye avakirin dê îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Di şandeya komîsyonê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û ji AKPê Huseyîn Yayman cih digirin. Tê payîn ku komîsyon di nava çend saetan de bi helîkopterê biçe Îmraliyê.
Di hevdîtinê de dê şandeya komîsyonê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Girtekên hevdîtinê dê 10 salan veşartî bên girtin. Tê payîn ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser sedemên derketina PKKê, tifaqa Tirk-Kurdan, hewldanên aştiyê, pêşniyarên çareseriyê û pêvaoya çêkirina zagonan nirxandinan bike.
Komîsyonê, nîqaşên têkildarî çûna Îmraliyê ku demeke dirêj bû dihatin kirin, di civîna 18emîn de bi dawî kir. Di dengdana 21ê Mijdarê de jî bi piraniya dengan biryar hate dayîn ku şandeyek biçe serdana Abdullah Ocalan.
Di dengdanê de endamên DEM Partî, AKP, MHP, EMEP û TÎPê dengê erê dan.
CHPê got ku dê endamên xwe nede şandeyê û bêyî deng bide civîn terikand. Piştî CHPê, partiyên Grûba Yenî Yolê jî ragihandin ku dê endamên xwe neşînin Îmraliyê.












