Heyeta Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Endamên Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî ya li Meclîsê hatiye avakirin ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike çûn Girava Îmraliyê. Di şandeya komîsyonê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û ji AKPê Huseyîn Yayman cih digirin.
Di hevdîtinê de dê şandeya komîsyonê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Girtekên hevdîtinê dê 10 salan veşartî bên girtin. Tê payîn ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser sedemên derketina PKKê, tifaqa Tirk-Kurdan, hewldanên aştiyê, pêşniyarên çareseriyê û pêvaoya çêkirina zagonan nirxandinan bike.













