• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê derbarê raporê de daxuyanî dan

Enqere / AW

18 SIBAT 2026 - 14:20
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
DEM Partiyê nêrîn û pêşniyarên xwe yên cuda yên têkildarî pêşnûmeya rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê parve kir. DEM Partiyê, bikaranîna têgehên weke “teror” û “pirsgirêka terorê” rexne kir û got: “Divê zimanê raporê ne yekalî be lê tevkarî be.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), şerh danî ser pêşnûmeya rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê. DEM Partiyê, bi taybet jî li dijî gotinên weke “Pêvajoya Tirkiyeya bêteror”, “rêxistina terorê” û “belaya terorê” yên di pêşnûmeyê de hatine bikaranîn. DEM Partiyiyan got ku nabe meseleya Kurd weke “pirsgirêka terorê” were pênasekirin. DEM Partiyê, diyar kir ku di mijara binavkirina pêvajoyê de lihevkirinek çênebûye û destnîşan kir ku ew pêvajoya heyî weke “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” pênase dikin û divê zimanê raporê zimanekî bêalî be.

Şerha bi îmzeya endamên Komîsyonê yên DEM Partiyî Gulistan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Cengîz Çîçek û Celal Firat hatiye danîn wiha ye:

“Em dixwazin bê zanîn ku weke DEM Partî, di pêvajoya amadekirina Pêşnûmeya Rapora Hevpar de, ji bo roleke çêker em bi baldarî tevgeriyan. Em di wê baweriyê de ne ku bi taybet jî sernavên ‘Pêşniyarên verastkirinên zagonî yên têkildarî pêvajoyê’ û ‘Pêşniyarên têkildarî demokratîkbûnê’ yên di Pêşnûmeya Raporê de cih digirin dê xwedî roleke girîng bin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin bê zanîn ku ji bo pêşerojeke demokratîk sûdewer be, em ê tişta ji dest tê bikin.

Mîna di pêvajoya xebatên komîsyonê û pêvajoya nivîsandina Rapora Hevpar de, ji vir şûnde jî em ê bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî ya di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tevbigerin û dê ji helwesta xwe demokratîk û çêker a pêvajo ferz dike, tawîzê nedin.

Lêbelê tevî hemû hewldanên jî, em di mijara hinek têgeh û nêzikatiyên di Rapora Hevpar de cih digirin, cuda difikirin. Em dixwazin nêrînên xwe y3en cuda, tevî sedemên wan bi we re parve bikin.

Li gorî me bikaranîna têgehên terorê guncav nîn e

Di Pêşnûmeya Rapora Hevpar a Komîsyonê de, têgehên weke ‘Pêvajoya bêteror a Tirkiyeyê’, ‘rêxistina terorê’, ‘belaya terorê’ û hwd. hatine bikaranîn. Em, bikaranîna van têgehan rast nabînin. Li gorî vê; di mijara navlêkirina pêvajoyê de di navbera partiyan de lihevkirinek çênebû lewma em nêzikatiyên yekalî rast nabînin û nêzikatiyên bi vî rengî ne li gorî hewldana nivîsandina rapora hevpar û lêgerîna lihevkirinê ye. Weke DEM Partî; em pêvajoya heyî weke ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ pênase dikin ku birêz Abdullah Ocalan ev nav li banga xwe ya 27’ê Sibata 2025’an kiribû. Ji ber van sedeman jî em navê ‘Tirkiyeya bêteror’ a di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de rast nabînin, dixwazin navê ‘Pêvajoya Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ lê were kirin ku heman nav li Komîsyonê hatiye kirin.

Nabe ku pirsgirêka Kurd bi têgeha ‘terorê’ bê bikaranîn

Nabe ku meseleya Kurd bi têgeha ‘terorê’ re were bikaranîn. Meseleya Kurd heye û nabe ku ev weke pirsgirêka terorê bê dîtin. Ji ber sedemên xwe yên bingehîn, ne pirsgirêkeke yekalî ye; xwedî piştperdeyeke siyasî, civakî, aborî, çandî, dîrokî ye û meseleya maf û azadiyan e. Pêvajo, îro bi israr weke ‘terorê’ tê pênasekirin, pêvajoya pevçûnan e ku ew jî encama polîtîkayên înkarê ye. Bi vê boneyê, meseleya Kurd biqasî pirsgirêkeke pergalê ye, her wiha ewqas jî pirsgirêka nasname û çandê ye. Hemû mafên wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd û demokratîkbûnê di nav xwe de dihewîne.

Pêşxistina têgeh û pênaseyên hevpar girîng e

Pêvajoyeke şer a zêdetirî 40 sal in didome heye û kedeke mezin tê dayin ku ev pêvajo were bidawîkirin. Di serdemeke wiha de nîşandana nêzikatiyên jiberkirî û israra di bikaranîna pênaseyên berê de, nîşan dide ku tu dersek ji wê serdema biêş nehatine girtin. Di cihên têkildar ên pêşnûmeya raporê de, heta êşên hatine kişandin jî bi yekalî hatine pênasekirin, êşên gelê Kurd kişandiye jinedîtî ve hatiye. Ev nêzikatî nayê qebûlkirin. Pêşeroja hevpar, bi hevparkirina êşan û bi parvekirina wan pêkan e. Tişta ji bo xelkê vî welatî pêwîst, hedefa pêşerojeke hevpar û nirxên hevpar in. Ev nirx jî tenê bi qebûlkirina heqîqetê pêkan e. Di avakirina pêşeroja demokratîk de pêşxistina têgeh, pênase û nêzikatiyan girîng e.

Rêzgirtina li nixên hemû gelan

Gelê Kurd û dostên wan, têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd ne weke terorê dîtin ne jî têkoşîna wan a rêxistinkirî weke rêxistina terorê pênase kirin. Gelê Kurd bi dehan sala ye rastî zilm û zextê tê û tevî vê jî ji bilî azadî û jiyaneke wekhev tu daxwazên wan nînin. Gelê Kurd, van pênaseyan qebûl nake. Weke ku di pêşnûmeya raporê de jî hatiye bibîrxistin, heke bi rastî jî bixwazin ‘modela Tirkiyeyê’ diyarî lîteratûra çareseriya pevçûnan bikin, wê demê ji ewil divê rêz ji bo nirxên hemû gelan bê girtin. Nirxên civakî, bi pênaseyên yekalî nayên avakirin; berevajî vê, bi nêzikatiyên bi vî rengî, wekî di guhdarîkirinên komîsyonê de jî gelek caran hate gotin, rê li ber pirsgirêkên siyasî û civakî vedike. Bi vê wesîleyê dixwazin destnîşan bikin ku; xwişk-biratiyeke rasteqîn, bi nêzikatiyeke wekhev a li hemberî nirxên hemû gel-baweriyan pêkan e. Wekî di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de dibêje ‘Parastina rûmeta Kurdan, hesiyeta Tirkan’, ev yek tenê bi vê nêzikatiyê dikare bê çareserkirin. Ji ber van sedeman tevan, weke mecbûriyeteke ji berpirsyartî û rêzdariya xwe ya ji bo milyonan kesên dibêjin ‘Gelê Kurd û meseleya Kurd heye’; em dibêjin ku bikaranîna têgeha ‘rêxistina terorê’ ya di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de rast nabînin. Di vê çarçoveyê de; dixwazin bi bîr bixin ku li erdnîgariya me Tirk, Kurd, Ereb û gelek bawerî û gelên cuda bi hev re dijîn û em dixwazin têkiliya di navbera wan de li ser esasên têkiliyên demokratîk be.

Nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan pirr krîtîk e

Avakarê vê serdema ku em meseleya Kurd ji zemîna pevçûnan dûr dixin û vediguhêzin zemîna siyasî û hiqûqî û yek ji kesên wê birêve dibe jî birêz Abdullah Ocalan e. Nêzikatiya li hemberî birêz Abdullah Ocalan, pir krîtîk e. Divê neyê jibîkirin ku birêz Ocalan, ji sala 1993’yan heta niha di mijara çareseriya demokratîk a meseleya Kurd de xwedî hewldaneke stratejîk e. Her wiha, zêdetirî saleke tevî şert û mercên nebaş ên Girava Îmraliyê jî hewl dide dav bi dav aştiyê bihûne. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tevan, di nava hewldaneke bêhempa de ye. Ji vî alî ve; ji bo pêvajo enfekte nebe hem bi rola çareserkirina pirsgirêkan radibe hem jî ji pêşengên pêvajoyê ye. Biryarên piştî banga wî ya ji bo PKK’ê hatine dayin, gavên hatine avêtin û herî dawî jî çareseriya di krîza Rojava de pêşxistî, careke din hêza wî ya siyasî, rêxistinî û civakî nîşan da. Lêhûrbûna wî ya dîrokî û tecrûbeya wî, hewldana wî ya bêyî dudil a ji bo Komara Demokratîk, yek ji aktorên siyasî yê avaker e. Lewma jî em rast nabînin ku birêz Ocalan û têkoşîna wî di Pêşnûmeya Rapora Hevpar de bi têgehên ‘eke ‘teror’, ‘rêxistina terorê’ bên pênasekirin. Ev yek ji hêla hiqûq û pêwîstiyên pêvajoyê ve jî rast nînin.

Dixwazin were zanîn ku di sernavê ‘Verastkirinên têkildarî berfirehkirina maf û azadiyan’ ê Pêşnûmeya Rapora Hevpar de îfadeya ‘mafên ji dayikbûnê tên û kes nikare dest bidê û dewr bike…’ hatiye bikaranîn û divê bê zanîn ku di serî de mafê zimanê dayikê, behsa mafên nasname/çandî û mafên nirxên mirovahiyê û gerdûnî tê kirin. Zimanê dayikê ne tenê amûra pêwendîdanînê ye; di heman demê de hêmaya sereke ye şêweyê fikirînê diyar dike, pêvajoya hînbûnê bandor dike û cîhana hestan û hesta civakî diyar dike ye. Li Tirkiyeyê bi milyonan kesên ji ziman û çandên cuda hene. Di serî de Kurdî, hewceye bi verastkirin, sepan û astengiyên cemawerî yên mafê zimanê dayikê asteng dikin bên rakirin û bi pirzimaniyê re aştiyane bijîn.

Weke encam; zimanê rapora hevpar divê ne zimanekî yekalî be. Gelek têgehên di derdorên cuda de bandoreke travmatîk diafirînin, hewceye jinûve bên nirxandin. Divê zimanekî li gorî ruh û wijdana civakê bê bikaranîn. Aştî, ne tenê encamek e; her wiha rêbaz û ziman bi xwe ye. Divê neyê jibîrkirin ku heke ziman qels be, encam jî dibêtiya qelsbûna di xwe de dihewîne.”

Etîket: Komîsyona Meclîsêrapora hevpar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MHP: Divê zagonên pêvajoyê êdî bên Meclisê

MHP: Divê zagonên pêvajoyê êdî bên Meclisê

3 NÎSAN 2026
Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

10 ADAR 2026
Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

5 ADAR 2026
Karasu: Gerek komîsyon verî Rayber Apoyî de pêvînayîş bikero

Mustafa Karasu: Pêvajoyê girêdayî nêzîkatiya li hember Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd e

27 SIBAT 2026
‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

27 SIBAT 2026
‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

‘Pêşniyar bibin qanûn dê pêşî li azadiya birêz Ocalan vebibe’

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyvên Kurdî ‘pirsgirêk’ dîtin, ji bo pirtûkê bidin 5 hezar lîre xwestin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî Balyozxaneya Îsraîlê êrîş: kesek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DYA-Îsraîlê li çar welatan li hedefên Îranê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinnews: Di Adarê de 29 jin hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa ‘Aştî Bê Me Nabe’ hate aşkerakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (278)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne