Koma bi navê Ensar El Sune teqîna ku îro li mizgefteke Elewiyan a li bajarê Humsê pêk hat û 8 kes hatin kuştin, girte ser xwe
Koma bi navê Ensar El Sune îro bi daxuyainiyekê li ser Telegramê teqîna ku îro li mizgefteke Elewiyan a li bajarê Humsê ya Sûriyeyê pêk hat û di encamê de 8 kes hatin kuştin û 18 kes birîndar bûn, girte ser xwe.
Di daxuyaniya komê de wiha hat gotin: “Mucahidên Ensar El Sune bi hevkariya hin mucahidên din, çend teqemenî li perestgeha Elî Bin Ebî Talib a Nesîriyan teqandin. “
Ensar El Sune berê jî êrîşa xwekujî ya li hundirê kenîseyekê li taxa Diwêla ya Şamê meha Hezîranê, girtibû ser xwe.













