• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Enternasyonalîst li dora pirtûkên Ocalan kom dibin

Omer Demîr /AW

10 NÎSAN 2025 - 10:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Eleqeya ciwanên enternasyonalist a xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe. Di destpêkê de li nêzî 160 navendan pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Niha li gelek navendan bi gelek zimanan tên xwendin û niqaşkirin.
Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di çarçoveya pêngavê de ciwanên enternasyonalîst li dora pirtûkan kom dibin û xwe bi rêxsitin dikin.

Di 10ê Cotmeha 2023an de akademisyen, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyas, parlamenter, çalakgerên têkoşer, fîlozofên xelata Nobelê ya aştiyê wergirtine, nûnerên rêxistinên jinan û gelên herêmê yên ji tevahî cîhanê pêngava cîhanî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dabûn destpêkirin. Pêngav li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi daxuyaniyekê hatibû destpêkirin. Dema ku nivîskar û akademîsyenan di 2023an de dest bi pêngavê kirin temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 74 salî bû. Ji ber 74 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 welatan dest bi pêngavê kirin û îro ev pêngav bi xwendina pirtûkan li tevahiya cîhanê belav bûye.

Di serî de li 160 navendan akademîsyen, nivîskar û rewşenbir ên dostên kurdan kom bûn û dest bi xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan kirin. Li welatên mîna Bangladeş, Pakîstan, Japonya, Hindistan, Kenya, Afrîkaya Başûr, Amerîkaya Latîn û bi dehan navendên din ên cîhanê daxuyaniya piştevaniya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgîrêka Kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin. Piştî pêngav li cîhanê belav bû, çalakiyên curbecur ên wekî panel, forum û komxebat hatin lidarxistin. Hemû xebat û çalakî li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

Piştî dest bi pêngavê kirin, Dostên Kurdan di 10ê Kanûnê de bi sernavê ‘Rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan’ pêngavek li li gelek navendên cihanê dabûn destpêkirin. Piştre li gelek welatan pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Bi taybetî li welatên mîna Almanya, Fransa û Îtalyayê pirtûk bi komî hatin xwendin. Ji bo ku her kes karibe ji pirtûkên Abdullah Ocalan bigire pirtûk bi 16 zimanan hatin xwendin. Însanên li hev kom bûn hin beşên parêznameyan xwendin û li ser van xwendinan niqaşên befireh kirin. Tê dîtin ku îro fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûye.

Kampanya bi felsefeya “Ramanên ku zindanan hildiweşînin” û “Raman nayên sînordarkirin” li sedan navendê cîhanê pêk hat. Kampanyaya xwendinê li bajarên Cenevre, Basel, Zurîh û Bernê yên Swîsreyê û Bellînzonayê berdewam kir.

Li gelek navendên Îtalyayê li ser mijarê parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de beşên ji parêznameyan hatin xwendin û nîqaş hatin kirin. Li bajarê Hildesheîmê bi heman armancê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Elmanî û Kurdî hatin xwendin û sohbet hatin kirin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi beşdariya parêzer Mîlan Martîn derbarê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de panel hat lidarxistin. Piştî panelê ji parêznameyên Abdullah Ocalan beşên têkildarî AÎHM’ê hatin xwendin. Li Darmstadtê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Roza, parçeyên ji Pirtûka 5an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Li Saarbrucken DKTMê ji aliyê TJK-Eê ve roja xwendinê hat lidarxistin û beşek ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Li Parîsê bi beşdariya komek akademîsyen, xwendekar û welatparêzan li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, parçeyên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Zanyarê siyasetê Nîls Andersson, endama Jineolojiyê Sarah Marcha û enternasyonalîst beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de parêznameyên Abdullah Ocalan bi Fransî hatin xwendin û nîqaş hatin kirin. Li bajarê Stockholmê yê Swêdê bi sernavê “Bi Ocalan re Diyalog” çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de nîqaş hatin kirin.

Xwendina pirtûkan belav dibe 

Herî dawî berga yekemîn a ‘Manîfestoya Şaristaniya Demorkatîk’ a Abdullah Ocalan bi sernavê ‘Kokên Şaristaniyê’ bi Swêdî hate weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Rojavakommittéerna (Komîteya Rojava) ve hate wergerandin, bi hevkariya Federativ Förlag Heval Förlag û Weşanxaneya Meymanê hate çapkirin. Rojavakommittéernayê ragihand ku dê di navbera 12-14ê Nîsanê de li bajarên mezin ên Malmö, Göteborg û Stockholmê danasîna pirtûkê bê kirin.

Di vê pêvajoya dawî de li paytexta Yewnanistan Atînayê danasîna pirtûka Abdullah Ocalan a “Sosyolojiya Azadiyê” hat kirin. Pirtûka bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” ku wergerî Yewnanî hat kirin, li paytext Atînayê gihîşt ber destê xwîneran.

Bi wesîleya rojbûna Abdullah Ocalan di navbera 4-10’ê Nîsanê de bi beşdarbûna bi sedan sazî û koman li pênc parzemînan û li dehan bajaran çalakiya 3yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan a Cîhanî hate lidarxistin. Çalakiyên îsal, ji yên salên beriya niha cudatir ne bi xwendinên takekesî bi nîqaşên kollektîf, hevdîtinên felsefîk, lidarxistina çalakiyan û bangên hunerî hatin lidarxistin.

Etîket: Abdullah Ocalanpirtûk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

31 ADAR 2026
Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

31 ADAR 2026
Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

31 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

31 ADAR 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

30 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (15)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne