Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr ku du roj berê hatibû girtin, got: “Her kesê xwedî nasnameya hiqûqî, wê bi eşkere bibîne ku ev girtineke siyasî û operasyoneke li dijî Baroya Stenbolê ye.
Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr 23yê Çileyê dema ji “Civîna Parastinan a Konseya Ewropayê” ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê vegeriya Stenbolê li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin û roja 25ê Çile ji aliyê dadgehê ve îdiaya “endamtiya rêxsitinê” hat girtin.
Firat Epozdemîr ê niha li Girtîgeha Metrîsê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û wiha got: “Di serî de Serokê Baroya me Prz. Prof. Dr. Îbrahîm Ozden Kaboglû û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê ez spasiya hemû hempîşeyên xwe û her kesê ez tenê nehiştime, dikim. Ez ê agahî û belgeyên têkildarî awayê girtina xwe ya ne li gorî wijdan û hiqûqê, di nava çend rojan de bi we re parve bikim. Her kesê xwedî nasnameya hiqûqî, wê bi eşkere bibîne ku ev girtineke siyasî û operasyoneke li dijî Baroya Stenbolê ye.”