Amed – Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz destnîşan kir ku ‘Mafê Hêviyê’ ne ricakirin e û diyar kir ku hewceye ev maf zûtir bê bicihanîn û got: “Divê ev maf ji bo birêz Ocalan û ji bo hemû girtiyên muebeda girankirî û girtiyên nexweş bê bicihanîn.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tevî ku “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek girtiyan xwestiye were bicihanîn lê hê jî nehatiye bicihanîn. Ji bo ku “Mafê Hêviyê” were bicihanîn gelek çalakî tên lidarxistin. Her çiqas Serokê Giştî yê MHPê jî gotibû divê “mafê hêviyê” ji bo Ocalan were bicihanîn jî lê hê jî pêk nehatiye.
Hiqûqzan û parêzvanên mafên mirovan dibêjin bicihanîna “Mafê Hêviyê” ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê bi lezgînî pêk were.
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku “Mafê Hêviyê” ji bo hemû girtiyên di girtîgehan de bi awayekî bê hiqûqî tên darizandin were bicihanîn.
‘Divê rê li ber mafê hêviyê were vekirin’
Ercan Yilmaz diyar kir ku ‘Mafê Hêviyê’ peymanek navneteweyî ye û divê ji bo girtiyan bibe hêviyek ku wê kengê bêne berdan. Ercan Yilmaz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a mafên girtiyan heye û got: “Parêzera serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Ev serlêdan di sala 2014an de li ser navê birêz Ocalan hatibû kirin. Di vê serlêdanê de qala ‘Mafê Heviyê’ kirin. Tevî ku biryar hate dayîn divê mafê hêviyê were bicihanîn jî lê ev 11 sal in bih nehatiye. Bi salan e em weke parêzvanên mafên mirovan dibêjin, divê qanûn bên guhertin û rê li ber bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ were vekirin.”
‘Divê mafê hêviyê were bicihanîn’
Ercan Yilmaz bi bîr xist ku Serokê MHP Dewlet Bahçelî jî di Cotmeha 2024an de qala ‘Mafê Hêviyê’ kiribû û wiha got: “Her çiqas ev mesele bê ziman jî bi hezaran kes weke birêz Ocalan di girtîgehan de hene. Kesên ku li Ewropayê ji bo mafê mirovan li ser navê Tirkiyeyê biryarek didin îro hewceye qanûnek nû çêbike. Ev ne ricayeke, ev mafekî mecbûrî ye. Nebicihanîna ‘mafê hêviyê’ hem ji aliyê mafê mirovan ve û hem jî ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Divê ev maf ji bo birêz Ocalan û ji bo hemû girtiyên muebeda girankirî û girtiyên nexweş bê bicihanîn. Hewceye ku êdî dewlet jî ji bo demokrasiyê gavan biavêje û divê ‘Mafê Hêviyê’ nas bike. Divê dewlet zextên li ser girtîgehan bide sekinandin û girtiyên nexweş berde. Ev meseleyeke sed salî ye. Hê jî bi hezaran kes winda ne. Ev saleke li Tirkiyeyê ji bo aştiyê îradeyek şênber çênebûye. Dewlet ji aliyê heq, hiqûq û edaletê ve li meseleyê nanêre.”

‘Divê komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike’
Ercan Yilmaz bi bîr xist ku ew bi xwe jî li ser navê ÎHDê tev li civîna komîsyonê bûye û ew li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd axivî ne û got: “Endamên komîsyonê jî pêşniyara ku komîsyon biçe li Girava Îmraliyê li birêz Ocalan guhdarî bike dikin. Me jî ev tişt anî ziman. Çima ji ber ku hewceye bê pirsîn birêz Ocalan çima vê rêxistinê ava kir û çima serî li têkoşîna çekdarî da. Çima PKK bû serhildana 29emîn? Sed sal in çima pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, divê birêz Ocalan vana hemû yek bi yek bîne ziman. Li komîsyonê li her kesî hate guhdarîkirin, divê li birêz Ocalan jî bê guhdarîkirin. Hewceye li endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku di 11ê Tîrmehê de çekên xwe şewitandin jî bê guhdarîkirin. Piştre jî qanûn bên çêkirin û komara nû ya demokratîk bê avakirin.”













