Çalakvanên li Bendava Tişrînê tevî bombebaranê jî, çalakiya xwe di roja 22yemîn de didomînin. Çalakvanan got: “Êriş çi qasî dijwar bin jî em ê bendavê bernedin.”
Artêşa Tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bi awayek dijwarî êrişên li ser Bendava Tişrînê berdewam dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û rawestandina êrişan çalakiya nobetê didomîne.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ji bo parastina Bendava Tişrînê di roja 22yemîn de çalakiya xwe ya li bendavê didomînin.
Duh şêniyên kantona Cizîrê ji bo ku li şûna şêniyên bajarê Kobanê çalakiya nobetê dewr bigirin berê xwe dabû bendavê.
Çalakvanên li bendavê gotin: “Em ê bendavê biparêzin. Em ji êrişên dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û balafirên wê natirsin. Heta ku êriş rawestin em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne û em ê dest ji bendavê bernedin.”
Topbarankirina derdora bendavê didome
Li aliyekî çalakî ango berxwedana li Bendava Tişrînê berdewam dike li aliyekî jî êrişên dewleta Tirk û hêzên wê yên paramîlîter ên li ser bendavê jî bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANHAyê; dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter derdora Bendava Tişrînê topbaran dikin.