Baregeha hêzên Haşdî Şabî ya li sînorê parêzgeha Enbarê, ji aliyê balafiran ve hate bombebarankirin.
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser bargehên Haşdî Şabî berdewam dikin. Li gorî agahiyan li sînorê parêzgeha Enbarê carek din hêzên Haşdî Şabî bûne hedefa êrişek hewayî. Li gorî agahiyan li dijî baregeha li bajarokê Rutbe ya li parêzgeha Enbarê, êrişek hewayî hate lidarxistin. Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin, piştî êrişê hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê. Hêjayî gotinê ye ji duh ve li Enbar û Nînovayê hêzên Haşdî Şabî ji aliyê balafirên şer yên Amerîkayê ve têne bombebarankirin.













