Îro bi rêya balafirên bêmirov li Koye û Topzawa ya Hewlêrê êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê îşev bi balafirên bêmirov êrişek li ser Kampa Azadî hatiye kirin. Tenê di saetekê de sê êrişên bi balafirên bêmirov li ser kamp û partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê hatine kirin.
Her wiha ragihand ku êrişan ziyan gihandiye deverên niştecihbûnê lê belê, tu qurbanî çênebûn.
Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, Herêma Kurdistanê zêdetirî 600 caran rastî êrişên bi drone û mûşekan hatiye, di nav wan de nêzîkî 100 êrişên bi dron û mûşekan li ser kamp û baregehên partiyên Rojhilatî pêk hatine.
Her wiha di êrişan de pirtûkxane, nexweşxane û niştecihên kampên sivîl yên Hizbaa Demokrat a li Koyê û Hewlêrê (Kampa Azadî, Amriye, Zewyeyspî, Dêgele, Çêjnêkan û Girdeçal) hatine hedefgirtin.
Ji ber êrişên li ser xaka Başûrê Kurdistanê 14 sivîl û pêşmerge şehîd bûn û 93 kes jî birîndar bûn.













