Amed – Şaredariya Peyasê di 26ê Mijdarê de bi merasîmekî Peykera “Jinên Têkoşer” vekiribû. Kes An jî kesên ku nasnameya wan nediyar êrişî peykerê kirin û destê peykerê şikandin.
Şaredariya Peyasê ya Amedê di 26ê Mijdarê de li Parka Medyayê ya Navçeya Peyasê ya Amedê Peykera “Jinên Têkoşer” bi merasîmekî vekiribû û peyker diyarî tevahî jinan kiribû. Piştî vekirina peykerê li ser medyaya dijîtal kesên selefî peyker hedef girtibûn. Şaredariya Peyasê têkildarî êrişên li ser medyaya dijîtal di 28ê Mijdarê de bi nivîskî daxuyanî dabû û gotibû ku êrişên li ser peykerê tê wateya dijminatiya jinan. Şaredariyê diyar kiribû ku ewên her tim di nava bajêr de şopa jinan derxin pêş.
Piştî hedefgirtina peykerê, kes an jî kesên nasnameya wan nediyar êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirine û destê peykerê şikandine.

















