Di pîrozbahiya li bajarê Reqayê ya ji bo hildana ala serxwebûnê, êrişkarekî gule avêt beşdaran. Di êrîşê de 43 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHAyê ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Reqayê wergirtine, kesekî cilên reş li xwe kirine û serê xwe pêçayî gule avêtin nava girseya gel. Di encama gulebaranê de 43 welatî birîndar bûn.
Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danê nîvor biryara hildana ala serxwebûnê li tevahî daîre û saziyan da. Ji bo pîrozbahiya hildana alê, bi sedan şênî berê xwe da naverasta bajêr ku beşdarî pîrozbahiyê bin, lê çeteyekî gule avêtin welatiyan.