Nûçe dosye: Botanê bê xweza û bê nefes dihêlin
Şirnex – Helbestvanê Kurd Arjen Arî gotiye, “Vaye Cûdî vaye ev ax, ev çiya rûsipînê heyran” û ev risteyan ji bo Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabar û hemû çiyayên Kurdistanê aniye ziman. Xwezaya Gabar, Cûdî û Bestayê ku yek bi yek ji wan çiyayên rûsipînê ji aliyê cerdevan û şîrketan ve tê talankirin.
Kurdistan bi çiya, dar û daristanên xwe bi nav û deng e. Di hîn pirtûkên dîrokî de ji bo Kurdan dibêjin, “Qewmên Çiya” lewma çiya ji bo Kurdan taybet û bi nirx in. Kurd gelek caran li dijî serdestan hilkişiyane ser çiyayan û şerê azadiyê kirine. Çiyayan Kurd parastine û her tim çiya bûne çavkaniya jiyan û debara Kurdan. Çiya bi navê xwe tên zanîn û gelek çiya jî bi nav û deng in; weke Cûdî, Gabar, Herekol û gelek çiyayên din.
Lewma helbestvanê Kurd Arjen Arî ji bo çiyayan dibêje; “Di qada şer de pişta me negihîşt erdê. Te şahid bivê, va Herekol. Miradkar, bi bext û ol va Cûdî û vaye ev ax!… Bi pilingê pêşî re şiyar dibin. Têhn vedide l’lûlan ji teqînê. Stran dikevin pêlên xuşînê, şer dîn e, şervan dîn e. Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de. Ev çiya rûspî ne, heyran…”
Cihên pîroz tên talankirin
Riste ango hevoka “Ev çiya rûsipî ne heyran” di warê serbilindahiyê de gelek tiştan tîne bîra mirovan. Di çanda Kurdan de rûsipîtî ji kesên temen mezin, zana û di nava civakê de bi nirx in re tê gotin. Ji ber ku çiyayên Kurdistanê jî bi nirx û temen mezin in, ji bo Kurdan rûsipî ne û Kurdan her tim xwe avêtiye ber bextên çiyayan. Li gorî saloxdayînan; dema dinya ber avê ket û Nûh bê çare maye, Cûdî hembeza xwe vedike û ji mirovahiyê re dibe çareserî. Cûdî di 3 baweriyan de Îslam, Xirîstiyanî û Yahudîtiyê de weke cihekî pîroz tê dîtin. Cûdî, Gabar û Herekol her sê çiya jî li bajarê Şirnexê ne. Her sê jî xwedî dîrokek û serpêhatiyên kevnar in û pîroz in. Çiyayê Gabar ji gelek şaristanî û baweriyan re malavanî ango mazûvaniyê kiriye. Gelek şer û şervan dîtiyê. Herekol li herêma Besta cih digire. Dîroka Herekol dîroka raperîna ne. Çiyayekî bilind û asê ye. Her ku Kurd li dijî dewletên serdest rabûn e, berê xwe dane Herekolê. Ji ber vê yekê jî Herekol bûye babeta gelek stranan û destanan. Herekol weke navnîşana azadî û têkoşînê tê pênasekirin.
Çiyayên rûsipî di nav lepên talankeran de ne
Çiyayên ku xwedî dîroka kevnar in niha di nav lepên talankeran û qirkirinê de ne. Di tu dîrokê de ev çiyayan evqas bi talanê re rû bi rû nemane. Li Çiyayê Cûdî ku sê baweriyan wekî cihekî pîroz ji xwe re dîtiyê niha bi destê cerdevanan darên tên birîn û bi kanên madenê xwezaya wî tê talankirin. Li Cûdî bi hinceta “Ewlehiyê” gelek gund û cih ji welatiyan re hatine qedexekirin. Ji sala 2017an vir ve birîna daran bê navber berdewam dike û ber bi çolbûnê ve diçe. Çiyayê Gabar jî piştî lêgerîna petrolê bi dînamîtan her derê çiya hatiye teqandin û kolandin. Li herêma Besta jî ji aliyê cerdevanan dar tên birin û ji bo firotinê bi traktoran dibin bajarên cuda. Talana xwezayê ya li çiyayê Gabar, Cûdî û Besta tê kirin bandoreke mezin li ser avhewayê, pergala ekolojiyê, sewalan û mirovan jî dike. Ji ber talankirina van salên dawî gelek sewalên kovî û pezkovî li van çiyayan hindik mane û li hin deveran qet nemane.
Welatiyên Şirnexê ku gund, dar û erdê wan li herêmên çiyayê Cûdî, Gabar û Bestayê ne anîn ziman ku daristan û çiyayê wan tên talankirin û bang li sazî, gel û partiyan kirin ku li dijî wêrankirina xwezayê rabin.
‘Axa me zêr û zîv e lê maye ji xelkê re’
Ji şêniyên herêmê Esmer Kaçmaz ji gundê Dilşewa yê di bin qûntarê Çiyayê Gabarê de ye. Gundê Dilşewa di sala 1994an de ji aliyê dewletê ve bi zorê hatiye valakirin. Gund niha jî ji welatiyan re qedexe ye. Esmer Kaçmaz jî ji ber qedexeya gund 32 sal in gundê xwe nedîtiye. Gundê Dilşewa ku çûnûhatina wê qedexe ye, ji ber lêgerîna petrolê bi destê şirketan tê talankirin. Esmer Kaçmazê anî ziman ku ji berê ve gundê wan bi daristanên xwe biş nav û dengbûye û bi hezaran darên fêkiyan li gund hebûn e. Esmer Kaçmazê bi lêv kir ku piştî petrol li gundê wan derketiye hemû daristanên wan jî hatine tunekirin û got: “Her wiha li wir gelek cihên dîrokî jî hene û ew der jî hatine tunekirin. Daristanên Gabarê niha mane ji zaliman re. Axa me zêr û zîvî ye, lê maye ji xelkê re. Em jî dibêjin bila dev ji qirkirina xwezaya me berdin. Em jî biçin gundê xwe û ji nû ve ava bikin. Ji bo pêşiya qirkirina xwezayê be girtin em bang li hemû kesî dikin ku serî rakin û nerazîbûn nîşan bidin. Êdî bes e bila darên me neyên birîn û çiyayên me neyên talankirin.”
‘Xwezaya me bi kanên madenê û birîna daran tune dikin’
Şahîn Sunbul jî li gundê Şilyanê ye û ev gund di navbera çiyayê Cûdî û Gabarê de ye. Şahîn Sunbul diyar kir ku ji ber kana keviran xwezaya gundê wan tê talankirin û wiha got: ” Li gundê me kana keviran vekirine. Ji ber teqandina dînamîtan xwezaya me tê qirêjkirin û avên me jî miçiqîne. Darên fêkî û sebzeyê xelkê ji ber kana keviran qirêj dibin û ji ber ku av miçiqiyê em nikarin tiştekî biçînin. Beriya ku ev kana keviran were çêkirin, av li gundê me pirr bû. Ava li gundê me bi nav û deng bû. Fêkî û sebze pirr zêde bûn. Lê niha em nikarin tiştek biçînin. Xwezaya me bi kanên madenê û birîna daran tune dikin. Em naxwazin darên me bên birîn û xwezaya me bê talankirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî qirkirina xwezayê rabin. Werin em xwedî li xwezaya xwe derbikevin.”
‘Divê hemû kes xwedî li xwezayê derbikeve’
Ji welatiyan Metîn Uysal jî destnîşan kir ku darên wan ên li herêma Besta bi destê cerdevanan tên birîn û wiha axivî: “Gundê bav û kalên me li aliyê Besta û Cûdî ye. Li wir darên me jî hene. Ji berê ve darên fêkiyan li wir hebûn. Besta tijê darên fêkiyan bû û her der daristan bû. Ji berê ve sewalên cur bi cur li wir hebûn. Welatiyan çandinî dikir. Darên kevnare hebûn. Di demekê nez de ez çûm gund. Min bi çavê xwe jî dît ku darên me dibirin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ daran dibirin lê wan daran jî ji bo firotinê dibin bajarên din. Ji ber birîna daran erdnîgariya me ya bi daristan ber bi çolbûnê vê diçe. Hê jî birîna daran berdewam dike. Li gelek cihên Bestayê dar tên birin û xwezaya wê talan dikin. Divê hemû gel, sazî û partiyên siyasî xwedî li xwezayê derbikevin ku pêşiya qirkirina xwezayê bigirin. Ji welatiyan re dibêjin an bibirin an jî em ê bişeqitînin. Welatî ne bi xwesteka xwe bi dara zorê dibirin.”
Sibê: Li Şirnexê jiyana mirov û sewalan di xeterê de ye.