Meşa Dirêj ku di 21ê çile de dest pê kir, 20 roj li pey xwe hişt. Meşvan, di meşê de bi sazî, wekîl û gel re civinan pêk tinin. Di civînan de li ser felsefeya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan agahiyan didin. Meşvanê Meşa Dirêj Serhan Munzur ku 20 roj in dimeşe, vê meşê wekî meşa serkeftin û ronahiyê pênase dike.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji 15ê sibata 1999an heta niha 26 salin li zindana Îmraliyê di şertên tecrîdê de girtî ye. Abdullah Ocalan hucreya li zindana Îmraliyê wekî darblestê pênase dike. Lê her çiqas ev zindan wekî darbestê be û tecrîd giran be jî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe her wiha bi parastnameyên xwe li dijî Modernîteya Kopîtalîst, bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk rêya gelan ronî dike û rêya jiyana azad li pêşiya gelan vedike.
Îro her çend bi milyonan kurd Abdullah Ocalan wekî rêberê rêberê xwe dibînin jî di salên dawî de em dibînin ku êdî gelên cîhanê û entellektuelên cîhanê jî paradîgmaya Abullah Ocalan ji bo xwe wekî rêya çareseriyê dibînin. Loma di salên dawî de li gel kurdan dostên kurdan jî ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan her roj li kolanan in û çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî piştî 10ê Cotmeha 2023an pêngava “ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir, êdî dostên kurdan pêşengiya pêngavê kirin û Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe dibînin Dostên kurdan êdî li dora fikrên Rêber Abdullah Ocalan kom dibin û felsefeya wî ji bo xwe nexşerêya jiyanê dibînin. Di çarçoveya pêngavê de kurd 2 salin meşên dierêj li dar dixin. Di 2025an de ji bo 25 salên girtî yên Abdullah Ocalan bi tevlêblûna 25 kesan 25 rojan li 25 bajaran meşa dirêj li dar xistin. Îsal jî ber 26 salên girtî yên Rêber Abdullah Ocalan bi tevlêbûna 26 kesan 26 rojan dest bi meşêk kirine.
Meşa Dirêj a ji bo 26 rojan ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 21ê çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kir, 20 roj li pey xwe hişt. Meşvanan herî dawî serdana bajarê Reims ê Fransayê kirin. Kurdistanî û dostên Kurdan Partiya Komunîst a Fransayê li qada Place De Royal (Walîtiyê) a Reimsê bi coşeke mezin meşvanên Meşa Dirêj pêşwazî kirin.
Meşvanan di 20 rojan de serdana 20 bajaran kirin. Li van bajaran bi saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û partiyên sosyalîst û demokratîk re hatin cem hev. Dosyayên ku daxwazên xwe û pirsgirêkên li Tirkiyeyê dijîn pêşkêşî sazî û parlamenteran kir. Bi gel re civîn çêkirin û qala armanca meşê kirin. Meşa Dirêj dê heta 15ê sibatê bidome. Dê di 15ê Sibatê de li Strasbûrgê bi mîtîngek bi heybet bi dawî bibe.
Di şexsê Rêber Apo de gelêkurd dîl hatiye girtin
Yek ji meşvanê Meşa Dirêj Serhan Munzur e. Serhan Munzur, li ser armanca meşê pirsên Ajansa Welat bersivand.
Hûn dikarin hinek qala armanca meşê bikin. Cima 26 sal?
Ev meşek sembolîk e. Rêber Apo 26 sal in dîl hatiye girtin. Ji bo em balê bikişînin ser 26 salên dîlgirtina Rêber Apo me ji bo 26 rojan bi 26 kesan dest bi meşê kir. Meşa me li 26 bajaran berdewam dike. Me 20 roj li pey xwe hişt. Em dixwazin bi vê meşê balê bikişînin ser dîlgirtina 26 salan. Em dixwazin pergala îşkence ya li Îmraliyê teşîr bikin. Armanca esasî ya meşa me, azadkirina fizîkî ya Rêber Apo ye. Dibe ku şexsê Rêber Apo bi awayekî fizîkî girtî be. Lê di şexsê Rêber Apo de hemû gelê kurd dîl hatiye girtin. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelê kurd komkujî tê meşandin. Polîtîkayên komkujiya li ser gelê kurd ji Îmraliyê dest pê kiriye. Em gelê kurd di ferqa vê yekê de ne. Bi azadkirina fizîkî ya Rêber Apo em dixwazin azadiya çandî, dîrokî, civakî û nasnameyê azad bikin. Em bi azadkirina Rêber Apo dikarin gelê kurd jî azad bikin.
Gelê Fransayê Rêber Apo wekî rêberê xwe dibînin
20 roj in hûn dimeşin. Heta niha hûn li 20 bajaran geriyan. Hûn dikarin hikekî qala naveroka meşê bikin. We serdana kê kir. Hûn çawa tên pêşwazîkirin?
Me 20 roj li pey xwe hişt. Di van 20 rojan de em bi gelê kurd, dostên kurdan û gelê Firansayê re hatin cem hev. Em wan wekî dost dibînin. Lê di van 20 rojan de em çiqas bi gelê Firansayê re temasê pêş dixin û tên cem hev, em çiqas bi wan re fikrê didin û distînin, em dibînin ku ji dostaniyê nêzîktir e. Em wan wekî rêhevalên Rêber Apo dinirxînin. Ji ber ku di sohbetên wan de, felsefeya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê heye. Ji nêzîk ve fikrên Rêber Apo dişopînin. Qîmetek mezin didin fikrên Rêber Apo. Ji bo xwe wekî rêber dibînin. Pratîkbûna fikrên Rêber Apo ya li Rojava ji bo wan gelek bi qîmet e. Ev nêzîkatiya wan hevî û baweriya wan a li hemberî vê felsefeyê xurttir nîşan dide. Dema em li dîroka mirovahiyê dinerin, gelek fîlozof, pêxember hatin. Her yek bi serê xwe bîrdozî û fikrek e. Di esasên fikrên derketine de li ser xerabiyê nehatine avakirin. Lê gel li pratîka wan fikrên ku derketine holê dinerin. Li Rojava paradigmaya Rêber Apo ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê ku di pratîkê de xwe bi ruh kiriye, ji bo wan gelek girîng e. Bi taybetî ji ber ev paradîgma bi pêşengiya jinê jiyanî bûye ji bo wan gelek bi qîmet e. Ji bo wan hêvî ye. Li vir em bi çend şaredaran re axivîn. Şaredarên ku em bi wan re axivîn yekî ji got; ‘Em fikrên Rêber Ocalan dişopînin. Em fikrên wî dişopînin. Jiyaniya fikrên wî gelek girîng e. Bi pêşengiya jinê gelek girîng e.’ Jiyaniya fikrên Rêber Apo a li Rojava heviyek mezin dide wan. Vê kelecana wan em hîs dikin. Şopandina wan a Rêber Apo û Rojava moralekî mezin dide me. Li Fransayê li gel ku ne kurd in, pirtûkên Rêber Apo dixwînin û dişopînin ev me jî dixe nava lêpirsînê.
Em qala girîngiya pêngavê dikin
Hûn li gorî çi bernameya meşê amade dikin. Hûn qala çi dikin?
Ev çalakî ye. Tenê ne meş e. Pir alî ye. Pir bernameyên wê hene. Em li gorî xweseriya bajaran bernameyê didin pêşiya xwe. Li gorî têkiliyan em bernameyan datînin pêşiya xwe. Em bi saziyên çapemeniyê, sendîka û rêxistinên civakî re hevdîtinan dikin. Em bi şaredariyan û wekîlan re hevdîtin dikin. Em têkiliyên dîplomatîk û hevdîtinên dîplomatîk pêk tînin. Dosyayên ku me amade kirine jî hene. Em bi vê dosyayê qala pêngava 10ê cotmeha 2023an û armanca wê dikin. Em qala girîngî û armanca vê pêngavê dikin. Dîsa em qala girîngi û wateya vê meşa 26 rojan dikin. Li aliyê din em qala êrîşên Dewleta Tirk a li ser Rojava, Başûr û aliyên din ên Kurdistanê vedibêjin. Em qala sûcên şer dikin. Em van dosyayan bi kes, sazî û rêxistinan re parve dikin.
Lê dîsa jî em bi saziyan re tên cem hev. Em civînên gel pêk tînin. Di van civînên gel de em hem qala pêngavê û hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê vedibêjin. Em pêvajoya dawî û geşedanên dawî yên li Tirkiye û Rojava bi gel re parve dikin. Ew jî têkildarî mijarê pirsan ji me dikin. Em civînên gel dikin. Bernameya me dê heta 15ê sibatê bidome.
Em ê 15ê Sibatê bikin roja Azadiyê
Girîngiya mîtînga Strasburgê çiye?
Meş û mîtînga ku di 15ê Sibatê de li Strasbûrgê pêk bê gelek girîng e. Divê em pêvajoyê bixwînin. Em wekî gelê kurd û tevgera azadiyê bi rastî jî di pêvajoyek pir dîrokî re derbas dibin. Em di vê mîtînga Strasbûrê de dixwazin vê pêvajoya dîrokî vebêjin. Em ê di 15ê Sibatê de gîngî û wateya vê rojê bi gel re parve bikin. 15ê sibatê hem serhildana Şêx Seîd e, hem jî roja komploya navdewletî ye. Ji ber dîlgirtina Rêber Apo, ev roj ji bo gelê Kurd wekî roja reş e. Em armanc dikin ku êdî vê rojê ji roja reş derxin û ji bo gelê kurd bikin roja azadiyê. Em dixwazin vê rojê wekî roja Azadiyê derbasî dîrokê bikin. Dîsa dê wê rojê banga dîrokî ya Rêber Apo bê kirin. Ji ber vê yekê em ban li hemû gelê kurd ê li Ewropa, dost û hevrêyên Rêber Apo dikin. Em diwazin her kes wê rojê li Strasburgê beşdarî mîtîngê bibin. Gelê kurd dê wê rojê vîna xwe di asta herî jor de nîşan bide. Em dixwazin li wir peyamê bidin kesên ku sed sal berê Kurdistan kirin çar parçe û 26 sal berê Rêber Apo dîl girtin. Ji ber vê yekê em çiqas girseyî beşdarî mîtîngê bibin em ê ew qas karibin bersîvê bidin.
Ev meşa serkeftinê ye
Cudahiya vê meşê ji meşên berê çiye?
Serhan bal kişand ser ferqa vê meşê û meşên berê û wiha bi dawî kir: “Ferqa vê meşê ya ji meşên din ewe: “Meşên berê ji bo azadiya Rêber Apo bû. Lê em dixwazin vê meşê bikin meşa lûtkeyê. Em dixwazin vê meşê bikin meşa serkeftinê. Meşa encamgirtinê. Gelê kurd di pêşengiya Rêber Apo de dîroka xwe ji nûve dinivîse. Di vê dîrokê de dîroka azadiya gelê kurd tê nivîsandin. Ji ber vê yekê ev meş pir bi wate û girînge. Meşên berê meşên berxwedanê bûn. Lê ev meşa serkeftinê ye.