Li Parîsê, yek ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, stranb3ej Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil ku 23yê Kanûna 2022’yan hatibûn kuştin, hatin bibîranîn. Di bernameya bîranînê de wiha hate gotin: “Têkoşîna Kurdan hafizeya Parîsê ye.”
Piştî çend salan li ser du êrişên cuda yên li dijî tevgera Kurd a li Parîsê, sûcdar û hêzên li pişt wan hîn jî nehatine dîtin. Bêcezatiya piştî komkujiya 9ê Çileya 2013yan û 23yê Kanûna 2022yan hîn jî dibe sedema nerazîbûnan.
Di salvegera komkujiya duyemîn de, li ber Navenda Demokratîk a Kurdistanê ya Parîsê çalakiyek bîranînê hate lidarxistin. Wêne, gul û find li cihên ku Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil lê hatibûn kuştin, hatin danîn. Yek ji damezrînera PKKê Sakîne Cansiz, Nûnera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di komkujiya sala 2013yan de hatibûn kuştin jî di heman çalakiyê de hatin bibîranîn.
‘Em ê şînê nekin, em ê li hesabê komkujiyê bipirsin’
Çalakiya bîranînê, bi deqeyeke rêzgirtin, dest pê kir. Piştre Hevserokên CDK-Fyê Fevziye Erdemîrcî û Azad Dogan axivîn. Fevziye Erdemîrcî diyar kir ku ev roja reş hê bo wan êşek mezin e û got: “Heta komkujî neyên ronîkirin, dosyeyên veşartî neyên vekirin em ê ji vir neçin. Em ê şopdarê wan bin. Em ê şîn nekin, em ê hesab biprisin.”
‘Nayê jibîrkirin’
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Cahîde Goyî axivî. Cahîde Goyî, hemû cangorî bibîr anî û got: “Kujer diyar in. Dewleta Fransa bibêdengiya xwe nikare van bûyeran bi me bide jibîrkirin. Em ê jibîr nekin û nedin jibîrkirin.”
‘Êrişa li ser Kurdan êrişa li ser hemû xelkê Parîsê ye’
Şaredara Parîsê ya 10emîn Alexandra Cordebard jî diyar kir ku edalet hîn jî nehatiye bicihanîn û got: “Êrişa li ser Kurdek êrişa li ser hemû Parîsiyan e.” Cordebard behsa hevgirtina bi Kurdan re û girîngiya jiyana hevpar kir.
Cîgira Şaredara Parîsê Helene Bidard, komkujiya 2013yan wekî “jinkujiya siyasî” bi nav kir û got ku jinên Kurd ji ber ku ew nûnerên aştî û edaletê ne, hatine hedefgirtin.
‘Ji bo şehîdan wê edalet pêk were’
Emmanuel Gregoire, cangoriyên her du komkujiyan bibîr anî û anî ziman ku di her du komkujiyan de gumanên terorîzma dewletê hene. Emmanuel Gregoire got ku Parîs dê bibe bajarê azadiya demokratîk a ramanê û hevgirtina bi Kurdan re. Gregoire daxwaza eşkerekirina rastî û bicîhanîna edaletê dubare kir.
‘Têkoşîna Kurdan hafizeya Parîsê ye’
Serokê komeleya dijî nijadperestiyê SOS Racisme Dominique Sopo diyar kir ku heta ew kesên ku ji bo ewlehiyê hatine jî bi têra xwe nehatine parastin û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo edaletê bi israr berdewam bike. Sopo rexne li ranekirina sirên dewletê kir û piştgiriya xwe ji bo Kurdan û ji bo heqîqetê anî ziman.
Senatorê çepgir Ian Brossat, hevseroka Koma Komunîst a li Meclîsa Bajarê Parîsê Raphaelle Primet, berpirsê Partiya Sosyalîst Dylan Boutiflat, hevserokê Komeleya Dostaniya Fransa-Kurdistanê Pascal Torre û tevgera dijî nijadperestiyê MRAP jî beşdarî çalakiya bîranînê bûn.











