Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan li ser daxwaza wê ew bi ala Kurdistanê spartin axê.
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan a 74 salî di 12yê Gulanê de li navçeya Sêwereg a Rihayê qezaya trafîkê derbas kir û duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dema cenazeyê Zekiye Ayhan anîn Goristana Sêwereg Asri, Dayikên Aştiyê bi desmalên kesk, sor û zer û lacikên spî darbest pêçan. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, li Goristana Nato hat definkirin. Di merasîma cenaze de Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistinên Civakî yên Riha, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Riha û navçeyên Amedê û li Riha, Amed û Semsûrê jî bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn.
Dayikên Aştkiyê cenazeyê Zekiye Ayhan li ser milên xwe heta gora parlamenter Îbrahîm Ayhan birin û li kêleka gora kurê wê Îbrahîm Ayhan spartin axê. Li gorî wesiyeta Zekiye Ayhan destmalên kesk, sor û zer a ku ala Kurdistanê temsîl dike, li ser gora wê danîn.
Di merasîmê de axatin hatin kirin û dûre girse ber bi mala şînê ve çûn.