• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em vîna jinan esas digirin’

Mahmût Altintaş / AW

7 ADAR 2025 - 08:43
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Şirnex – Midûra Polîtikayên Jinan ya Şeredariya Cizîrê Nergîs Ant anî ziman ku wan heta niha ji bo jinan projeyên cur bi cur li darxistine û got: “Em di rêveberiya herêmî de vîna jinan esas digirin.”

Şeredariya Cizîrê ya ku 8 salan ji aliyê qeyûm ve hatibû desteserkirin di hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2024an de ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Şaredarî nêzî salekê ye ji aliyê DEM Partiyê vê tê rêveberin. Piştî ku hevşeredarên Cizîrê dest bi xebatan kirin, îradeya jinan esas girtin û di wê çerçoveyê de xebatên xwe meşandin. Şaredariya DEM Partiyê saziyên ku ji aliyê qeyûman ve hatinê girtin ji nû ve vekirin û ji bo jinan jî projeyên taybet pêk anîn.  Midûra Polîtikayên Jinan ya Şeredariya Cizîrê Nergîs Ant, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê xebatên şeredariyê yên ji bo jinan vegot.

Nergîs Ant diyar kir ku wan herî dawî ji bo jinan maxazaya Keziyê ya piştgiriyê vêkiriyê û got: “Me ji bo jinên ku rewşa wan a aborî ne baş e maxazaya Keziyê ya piştgiriyê vekir. Em alîkariyê ji kesên rewşa aboriya wan baş e digirin û didin malbatên ku rewşa wan a aboriyê ne baş. Me di meha Sibatê de dest bi vî karî kir. Me heta niha ji gelek malbatan re alîkarî kir. Xebateke xweş çêbû. Jinên hatin vir jî gelek kêfxweş bûn. Civaka me ji aliyê aboriyê ve gelek zahmetiyan dijîn. Bi vekirina maxazayê pir kêfxweş bûn. Ev proje ewil li Cizîrê ket meriyetê. Armanca me ew e ku em maxazayê dewlementir bikin û behtir alîkariyê belav bikin.”

Projeyên ji bo jinan

Nergîs Ant destnîşan kir ku ji roja şeredarî ketiye destê wan heta niha wan ji bo jinan projeyên cur bi cur amade kirine û wiha axivî: “Piştî Şeredarî ket destê me, me ewil ji bo jinan dest bi xebate kir. Me bi rêya şeredariyê hewl da xwe bigihînin jinan û alîkariya wan bikin. Me ji bo jinên ku zilam tundiyê li wan dikin, xeta agahiyên tundiyê vêkir ku bi rêya wê jin bikaribin xwe bigîhînin me. Jinên ku xwe digîhînin me, em alîkariya wan dikin. Hem ji aliyê hiqûqî û hem jî ji aliyê derûnî ve em hewl didin alîkariya wan bikin. Ku daxwazên wan hebin jî em pêk tînin. Saziyên jinan û baro bî hev re alîkariya wan dikin. Em bernameyên weke, şano, şahî û civînan jî li dar dixînin. Di pêşiya me de  projeya me ya navenda piştgiriya jinan jî heye. Em ê di demeke nêzîk de vekin. Bi minesebeta 8ê Adarê jî em ê JinKart derxînin û li hemû jinan belav bikin. Em hewl didin bigihînin 8ê Adarê.”

‘Vîna jinê esas digirin’

Di dawiya axaftina xwe de Nergîs Ant bi lêv kir ku ew berovajî şeredariyên pergalê rêveberiya jinê esas digrin û wiha pê dê çû: “Em di rêveberiya herêmî de vîna jinê esas digrin. Her dû hevşeredarên me jî ji vir in û civakê baş nas dikin. Ji bo pirsgirêka jinan çareser bikin behtir dikevin nav hewldanan. Em weke miduriyeta polîtikayên jinan jî civînan li ser pirsgirêkên jinan li dar dixînin û dikevin nav hewldanan. Daxwazên jinên Botanê jî jinên Botanê dizanin. Ji ber wê jî em bi rihetî bi jinan re dikevin tekiliyê û daxwaz û pirsgirêkên wan guhdar dikin.”

Etîket: 8ê AdareJinNergiz AntŞaredariya CizîrêVin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûn

Li Îranê 2 hezar 500 jin û zêdetirî hezar zarok birîndar bûn

13 ADAR 2026
Ji KESK û DÎSKê yên Sêrtê daxuyaniya 8ê Adarê

Ji KESK û DÎSKê yên Sêrtê daxuyaniya 8ê Adarê

9 ADAR 2026
Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

8 ADAR 2026
Li Îzmîrê meşa şevê: Em ê teslîmî paşverûtiyê nebin

Li Îzmîrê meşa şevê: Em ê teslîmî paşverûtiyê nebin

8 ADAR 2026
Li Enqereyê 20emîn meşa şevê hate lidarxistin

Li Enqereyê 20emîn meşa şevê hate lidarxistin

8 ADAR 2026
Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

Meşa Şevê ya Feminîst: Berxwedan û astengî

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan civîna ‘Siberoja Azad’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (583)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne