Fahriye Ceylan a 32 salan girtî ma, îro serbest hat berdan. Fahriye Ceylan heta niha berdana wê gelek caran hatibû astengkirin.
Fahriye Ceylan a ku 32 sal in girtîbû û niha li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê girtî bû, îro hat berdan. Fahriye Ceylan heta niha 8 caran berdana wê hatibû taloqkirin. Heta niha serbestberdana Fahriye Ceylan, bi hincetên “daxuyaniya samîmî neda ye” û “poşman nebûye” dihat astengkirin, herî dawî bi hinceta “ne amade ye” hatibû taloqkirin. Fahriye Ceylan îro ji girtîgehê derket ji aliyê malbat û hevalên xwe ve bi kulîlk û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
Fahriye Ceylan dê sibê li Amedê bi girseyî bê pêşwazîkirin.