Amed- Fatma Budak Gulerê da zanîn ku ji bo di nav civakê de aştî bê avakirin di serî de gere azadiya ziman hebe û got: “Heka ziman azad nebe aştiyeke mayinde çênabe.”
Saziyên zimanê Kurdî, partî û dezgehên Kurdan, bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî çalakî û şahiyan amade dikin. Tê payîn ku îsal Cejna Zimanê Kurdî bi ruhê pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin. Hemû sazî û dezgeh xwe ji bo pîrozbahiya 15ê Gulanê Amade dikin. Endama Egîtîm Senê perwerdekar Fatma Budak Guler derbarê avakirina aştiyê de girîngiya ziman de ji ajansa me re axivî.
‘Gere azadiya ziman hebe’
Fatma Budak Gulerê da zanîn ku ji bo di nav civakê de aştiyeke mayînde bê avakirin di serî de gere azadiya ziman hebe û got: “Heke ziman azad nebe aşitiyeke mayînde ne pêkan e, di serî de gere astengiyên li pêş zimanê me ji holê bên rabin.
‘Ziman hebûn û kesayet e’
Fatma Budak Gulerê diyar kir ku ji bo ziman amura ragihandinê tê gotin lê ev pênaseyeke kêm e û got: “Ziman giyanê mirov e, çawa bêgiyan mirov nikare bijî bêziman jî mirov nikare bijî. Ziman hebûn û kesayeta mirov e. Dema însan ji zimanê xwe dûr bikeve kesayet jî ji holê radibe, têkilî bi civakê re qut dibe.”
‘Tunebûn ziman tunebûna neteweyî ye’
Fatma Budak Gulerê bal kişand ser di hebûna neteweyan de giringiya ziman û wiha pê de çû: “Gotinek heye, dibêjin hûn bixwazin neteweyekî înkar bikin, destpêkê zimanê wî înkar bikin. Ku ziman ji holê rabe netewe jî ji holê radibe. Dema zarok bi zimanê xwe neyên perwerdekirin ji xwe û çanda xwe dûr dikevin, biyanî dibin. Mirov xwe nas neke, ji xwe biyanî be ji aliyê derûnî ve jî pirsgirêk derdikevin. Pêşketin jî çênabe. Di giyana mirov de bendav tên avakirin. Hînbûna ziman hê di malzaroka dayikê de dest pê dike. Çawa ku zarok dema nû çêdibin bêhna dayika xwe nas dikin, dengê dayika xwe jî zimanê dayika xwe jî nas dikin. Dema dayik û bav bi zimanê dayikê bi zarokên xwe re neaxivin di wir de pirsgirêk dest pê dikin. Di hêla derûnî de pirsgirêk derdikevin.”
‘Ziman wek şîrê dayikê ye ji bo zarokan’
Fatma Budak Gulerê herî dawî destnîşan kir ku tenê di malê de bi zarokan re Kurd3i axaftin jî têrê nake û wiha axaftina xwe qedand: “Mirov çiqas di mal de bi zimanê dayikê biaxive jî têrê nake, pêwist e mirov perwerdehiya ziman bibîne. Heta astekî zarok di mal de hînî ziman dibin. Piştî wê li dibastanan zarok dikare zimanê xwe dewlemend bike. Dema zarokek pola yekemîn, duyemîn diqedîne derdora 3 hezar peyvên nû hîn dibe. Dema zarok li dibistanan bi zimanê xwe perwerdehiyê nebine ji van gotinan kêm dimîne. Dema zarok bêşîrê dê mezin dibin, di laşê wan de qelsiyek çêdibe, li hember nexweşiyan nikarin xwe biparêzin. Heke zarok bêzimanê dayikê mezin bibin ji hela derûniyê ve qels dimînin. Li hember pirsgirêkan nikarin xwe biparêzin. Çawa şîrê dayikê ji bo zarokan girîng e, zimanê zikmakî jî ji bo zarokan ewqas girîng e.”