Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê ku têkildarî dorpêça li ser Kobanê li navçeya Nisêbînê daxuyanî da. Federasyonê destnîşan kir ku qutkirina pêdivîyên jiyanê ya li ser xelkê Kobanê zilm û zordestiyeke bêterîf e û xwest ku Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dorpêça li ser xelkê Kobanê rake û Tirkiye demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê veke.
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) têkildarî êrişên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê li ber Mizgefta Kişlayê ya navçeya Nisêbînê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Mele Dunyaser Dunayserî di daxuyaniyê de axivî. Dunyaser Dunayserî bal kişand ser dorpêça Kobanê û wiha got: “Dorpêçkirina Kobanê û qutkirina pêdivîyên jiyanê yên weke xwarin, vexwarin, ardû, cereyan û dermanan a ji ser gelê wê li dijî ol û mirovahîyê tê dîtin. Ambargoya li ser gelê wê bi xwe re qeyraneke insanî tîne. Ev ambargo dibe sedema mirina xelkê sivîlên bêguneh ên weke jin, zarok, kal, pîr, nexweş û birîndaran. Çawa ku mirina dehan zarokan ji ber serma û tunebûna ardûyan hatîye holê. Pêwîst e bawermend jî gava li yekî neheqî hate kirin wê hîs bike, pê biêşe û li gorî derfetan li dijî wê raweste. Qutkirina pêdivîyên jiyanê ya ji ser sivîlan guneheke herî mezin e, zilm û zordestî ye, sedema mirina jin, zarok, kal, pîr, nexweş û birîndaran e. Merivê ku bibe sebebê mirina însanan wek kujerê wan tê dîtin.”
‘Qutkirina pêdiviyên jiyanê ya li ser xelkê Kobanê zilm e’
Dunyaser Dunayserî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev qutkirina pêdivîyên jiyanê ya weke av, xwarin, cereyan, dermanan ji xelkê Rojava çi kasî li gor Quran û sineta pêxember e? Pêxember ev yek li neyarên xwe yên şerker nebirîbû, lê van rûreşan netenê li ser şervanan pêdiviyên jiyanê li ser hemû xelkê sivîl birine. Van ji dîn û mirovahîyê para xwe negirtine. Li gor fêrbûna me ya ji Quranê qutkirina pêdivîyên jiyanê ji xelkê Kobanê zilm û zordestîyeke bêterîf e, merivên ku van kiryaran pêk tînin zalim û zordestên herî mezin ên hemdem in. Ew ne di rêya Xwedê û pêxember de ne. Em li ser navê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê meriv û rêxistinên ku ji ser meriv û gelan pêdivîyên jiyanê qut dikin tevlî hevalbendên wan, wek êrişên Yezîd û hevalbendên wî li ser pîrê şehîdan Hiseyin û malbata wî dibînin, merivên ku wan kiryarên neolî û nemirovî pêk tînin û yên ku madî û manewî alîkarî didin wan bi tundî şermezar û lenet dikin. Em alîkarên bindestan in, wan tenê nahêlin. Ev tevger erkek olî û mirovî ye. Ol û mirovahî alîkarîya bindestan li ser me ferz dikin. Li gor Quranê alîkirina hev li dijî zilm û zordestîyê yek ji wesfên bawermendan e.”
‘Divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin û Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê bê vekirin’
Dunyaser Dunayserî xwest ku Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dorpêça li ser xelkê Kobanê rake û Tirkiye demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê veke û wiha pê de çû: “Qutkirina av, xwarin, cereyan, derman, telefon û internetê ji xelkekî gunehekî pir mezin e. Em gazî li gelên ruyê dinyayê jî dikin: Hûn li dijî kiryarên nemirovî bêdeng nemînin, rabin ser pêyan, rêveber û rêxistinên xwe têxin nava liv û tevgerê. Bêdengmayîn kiryarên nebaş ji holê ranake, nexwe zêde dike, civata mirovahîyê dirizîne, zerarê digihijîne hemû meriv û deveran, nirxên mirovahîyê bêbandor û pûç dihêle. Jixwe gava nirxên mirovahîyê nehên tetbîq kirin feyde jî nadin. Xelasîya me û we di xwedîderketina li nirxên mirovî de ye, cihgirtina li bal bindestan û parastina wan ji êrişên nemirovî erkeke exlaqî ne. Em ê li gor derfetan vê erkê hetanî azadîya bindestan bi kar bînin.”
Dunyaser Dunayserî peyama di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hate kirin silav kir û bi lêv kir ku ew piştevaniya aştiyê dikin.












