Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û saziyên Elewî der barê êrîşên li ser Sûriyeyê name ji Serokwezîrtiya Ingilîstanê re şandin.
Federasyona Elewiyan a Ingilîstanê nameyek vekirî ji Serokwezîrtiya Ingilîstanê re nivîsî. Federasyonê gefên li ser ewlekariya kêmneteweyên li Sûriyeyê anî rojevê û rexne li bêdengiya civaka navneteweyî kir. Federasyonê di daxuyaniyê diyar kirin ku bi taybetî HTŞ û komên radîkal ên wekî wî, Elewî, Kurd, Asurî, Ermenî, Tirkmen, Xirîstiyan, Êzidî, Durzî û hemû kêmenetewan hedef digirin û hate destnîşankirin ku ev kom bi rêbazên tunehesibandina nirxên mirovahiyê li herêmê hewla qirkirinê dike.
Federasyona Elewiyan a Îngilîstanê diyar kir ku divê Îngilîstan û hêzên navneteweyî li dijî vê bêhiqûqiyê helwestekî bi biryartir nîşan bide. Daxwazên di nameyê de hatin kirin wiha ye:
Divê alîkariya ku ji bo komên radîkal tên dayîn bên rawestandin û zemîn amadekirina ji bo wekhevî û pêşeroja hemû gelên Sûriyeyê,
Li şûna firotina çekan, gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmê,
Piştgiriya tîmên tenduristiyê bi taybetî ji zarokan ji her kesî re,
Hewldanên ji bo rawestandina helwesta êrîşkar ên Tirkiyeyê li ser herêmê.”