• Nûçeyên Herî Dawî
Felemez Ulug: Çareserî Neteweya Demokratîk e

Felemez Ulug: Çareserî Neteweya Demokratîk e

16 KANÛN 2024 - 13:35
Abdullah Ocalan: Her du hevrê wê her daîm rêberê têkoşîna me bin

Abdullah Ocalan: Em ê pirên hilweşiyayî hemûyan çêbikin

18 GULAN 2025 - 21:10
Girtiya nexweş li Bazidê bi coş hat pêşwazîkirin

Girtiya nexweş li Bazidê bi coş hat pêşwazîkirin

18 GULAN 2025 - 20:15
Bîranîna Haydar Kaytan û Riza Altûn li DEM Partiyê didome

Bîranîna Haydar Kaytan û Riza Altûn li DEM Partiyê didome

18 GULAN 2025 - 19:33
Şahiya Xidirelyaz ji bo bîranîna Onder li dar xistin

Şahiya Xidirelyaz ji bo bîranîna Onder li dar xistin

18 GULAN 2025 - 18:50
Komeleya zimanê kurdî li Tekîrdagê hate vekirin

Komeleya zimanê kurdî li Tekîrdagê hate vekirin

18 GULAN 2025 - 18:40
Sempozyûma Sosyo-Polîtîkaya Ziman: Berxwedan hebe, Kurdî jî heye

Sempozyûma Sosyo-Polîtîkaya Ziman: Berxwedan hebe, Kurdî jî heye

18 GULAN 2025 - 18:22
Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

18 GULAN 2025 - 17:17
Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

18 GULAN 2025 - 17:12
Kaytan û Altûn li Amedê tên bibîranîn

Kaytan û Altûn li Amedê tên bibîranîn

18 GULAN 2025 - 16:09
Birayê Denîz Poyraz 14 sal şûnde tehliye bû

Birayê Denîz Poyraz 14 sal şûnde tehliye bû

18 GULAN 2025 - 15:45
Girseya ji Mêrdînê hat ber bi Qada Şêx Seîd ve meşiyan

Girseya ji Mêrdînê hat ber bi Qada Şêx Seîd ve meşiyan

18 GULAN 2025 - 15:16
‘Navenda Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan’ li Kobanê vekirin

‘Navenda Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan’ li Kobanê vekirin

18 GULAN 2025 - 14:08
ÎHDa Amedê 18emîn kongreya xwe pêk anî

ÎHDa Amedê 18emîn kongreya xwe pêk anî

18 GULAN 2025 - 13:20
Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

Şandeya Îmraliyê çû Îmraliyê

18 GULAN 2025 - 12:39
Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

18 GULAN 2025 - 11:57
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Her du hevrê wê her daîm rêberê têkoşîna me bin

    Abdullah Ocalan: Em ê pirên hilweşiyayî hemûyan çêbikin

    Bîranîna Haydar Kaytan û Riza Altûn li DEM Partiyê didome

    Bîranîna Haydar Kaytan û Riza Altûn li DEM Partiyê didome

    Komeleya zimanê kurdî li Tekîrdagê hate vekirin

    Komeleya zimanê kurdî li Tekîrdagê hate vekirin

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

    Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

    Kaytan û Altûn li Amedê tên bibîranîn

    Kaytan û Altûn li Amedê tên bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

Navenda Nûçeyan / AW

16 KANÛN 2024 - 13:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
SONY DSC

SONY DSC

Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug, diyar kir ku di encama şerê 14 salan de rejîma Baas 8ê Kanûnê hilweşiya û wiha got: “Li şûna êrişên înkar û qirkirinê, divê îradeya gelên herêmê di rêveberiya ‘Sûriyeya nû’ de bê temsîl kirin.” 

Rojnameger û niviskarê Rojnameya Xwebûnê di malpera rojnameyê de gotara bi sernavê “Çareserî Neteweya Demokratîk e” girt dest. Felemez Ulug, di gotara xwe de anî ziman ku di encama şerê 14 salan de rejîma Baas 8ê Kanûnê hilweşiya û bi hilweşîna rejîmê re tişta ku herî zêde tê meraqkirin wê li Sûrî Rêveberiyek çawa were avakirin e. Felemez Ulug anî ziman ku ji niha ve gelek derdorên cûda li ser vê mijarê dest bi teoriyên dûrî aqilan kirine û wiha got: “Di halê heyî de rêveberiyek demkî hatiye avakirin. Ev rêveberiya ku piranî ji endam û rêveberen Heyet Tehrîr El Şam pêk tên wê heya meha Adarê li ser erkê be û ji bo “Sûriya nû” xebatê bide meşandin.”

Nivîskar Felemez Ulug da zanîn ku ji bo mijara; “Sûriya nû” ya ku bahsa wê tê kirin wê li gorî çi ferastê bê avakirin, karektera rêveberiyê wê çi be û ya herî girîn jî wê ev pergala rêveberiya hemû pêkhateyên herêmê bigire nava xwe an na? Bêgûman ji bo mirov derheqê vê de ji niha ve nerîn bide hîn pir zûye û wiha cih da nirxandinê: “Lê ez di wê baweriyê de ku derdorên hiştin rejîma Baas hilweşe li ser vê mijarê jî ji bo xwe ajandeyek amade kirine. Lê dema mirov li karekterê rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam û nirxandinên li aliyên derdorên cûda dinere, aşkere dibe ku wê li herêmê qirîz û aloziyên ku heyî wisa zû bi dawî nebin. Di vê pêvajoya şerê 14 salan de tevî hemû êriş, alozî, xizanî û kaosa ku li seranserî welat hebû jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ezmûneke baş a rêvebirinê derket holê. Bi taybet ji 2018an û vir ve bi avabûna pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve derket holê ku pêkhateyên herêmên dikarin bi hev re jiyanek demokratîk û azad bijîn. Ev pargala ku xwe dispêre hîmê paradîtmaya Netewa Demokratîk de nîşan da ku beyî cûdahiyê têxe navbera ol, ziman, çand û netewan, herkes dikare li gorî baweriya xwe bi awayekî adîlane û azad bijî. Di rastiyê de “Sûriya nû” niha bahsa wê tê kirin divê ev be.”

Armanca êrîşan lawazkirina Rêveberiya Xweser e

Felemez Ulug, anî ziman ku ji ber ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van 6 salên derbasbûyî de nîşan da ku li şûna ferzkirinên netewe dewleta ku ji bo xelkê herêmê şêwazê herî guncaw ê rêveberinê ev e û wiha berdewam kir: “Lê mixabin qasî vê pergala ku ji bo hemû gelên bindest û dildarê azadiyê bûye heviyek mezin her ewqas jî dijminê wê jî zêde ne. Ji bo ev pargala demokratîk û hemû gelan himbêz dike negihêje armanca xwe di serî de dewleta Tirk a dagirker û hemû hevkarên wê çi ji dest wan hatin kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi destê komên çete yên ji bermahiyên DAIŞê berhev kiriye, bi armanca li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bêîstiqrariyê û bêaramiyê pêş bixe her di nava êrişan de bû. Tekane armanca van êrişan lewaz xistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Li himberê van êrişên pir alî hêzen welatên qaşo weke garantor dihatin pênasekirin jî bêdeng û bêhelwest man. Têvî vê jî pêkhatiyên herêmên bi hêza xwe ya cewherî li himberî van êrişan xwe parastin, xwedî li Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşê derketin.”

Tirkiye siyaseta xwe li ser dijminantiya kurdan dimeşîne

Felemez Ulug destnîşan kir ku niha bi hilweşîna rejîma Baas re pêvajoyek nû derketiye holê û ev nirqandin kir: “Heya niha li herêmê du aktorên sereke hebûn. Serkêşiya van Amarîka û Rûsya dikir. Amarîka di bin navê koalîsyona navneteweyî de li dijî rejîmê blokek avakiribû. Rûsya jî bi armanca rejîma Baas li ser piya bigre û li herême hebûna xwe daîmî bike bi Îranê û Sûriyê re di nava hevkariyê de bû. Di vir de dewleta Tirk a dagirker bi komên çete yên li herêmê bi cîh kirî du alî list. Ji aliyekî ve li cem Rûsya û Îranê, di bin navê hevdîtinên li Astanayê qaşo ji bo aramiya li Sûrî xebat da meşandin. Ji aliyêdin ve jî di bin navê qaşo di koalîsyona navneteweyî de ye rê li ber çareseriya siyasî girt. Di vê demê de her dem mijara koçberan û çînartiya bi Sûrî re jî kir rojev. Ji bo êrişî herêmê bike hincet avakir. Di çarçoveya vê siyaseta qirêj de bi erêkirina hêzên navnetweyî êrişî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê kir. Di vir de jî pir eşkere dibe ku, dewleta Tirk hemû siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye.”

Felemez Ulug, anî ziman ku bi şerê 27ê Mijdarê re di serî de li dijî Şehba, Til Rifat û Minbicê komên xwe yên çete xist hereketê û wiha lê zêde kir: “Komên çete bi piştgiriya artêşa dewleta Tirk ve bi armanca li herêmên Rêveberiya Xweser bêaramiyê pêş bixin êrişên xwe dewam dikin. Li beramberî van êrişên pir alî û bi erêkirina hêzên navneteweyî pêş dikevin, ne tenê şervanên HSD, YPG û YPJê hemû pêkhateyên herêmê di nava berxwedaniyek mezin de ne. Hêzên navneteweyî li şûna pêşî li van êrişên terorê bigrin û ji ber van sûcên şer dewleta Tirk mahkum bikin, hewil didin ku destê Rêveberiya Xweser lewaz dikin. Di vir de armanc lewazkirina Rêveberiya xweser e. Bi taybet di vê pêvajoya ku bahsa “Sûriya nû” û avabûna rêveberiya wê tê kirin de ev êrişên dijwar ên li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin divê mirov ji rêzê nebîne. Yek ji armanca van êrişan li herêmê lewazkirina îradeya gelan e. Bi van êrişan ve gelê ku îro li himberî her cûre siyaset û sepanên qirej ên li ser tên ferzkirin tê armanc kirin. Ji bo ev êriş bên rawestantin, divê beriya her tiştî statûya Rêveberiya Xweser were naskirin. Ger ev herêm li gorî rastî û şeklê rêveberiya xwe, di qada navneteweyî de were naskirin, wê ne tenê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mîna demokrasiya radîkal a ku li ser hîmê azadiya gelan hatiye avakirin.”

Felemez Ulug herî dawî da zanîn ku li şûna êrişên înkar û qirkirinê, divê îradeya gelên herêmê di rêveberiya “Sûriyeya nû” de bê temsîl kirin û wiha bi dawî kir: “Bi vê temsîlyetê ve gelê herêmê wê hîn bêhtir bikaribin xwedî li hebûna xwe derkevin. Naxwe ger li dijî gelên herêmê siyaseta înkarê ger dewam bike, wê li herêmê kaos û alozî bi dawî nebin. Ev jî wê bi xwe re êşên hîn mezintir bîne. Lewma divê her kesê ku alîgirê wekheviya gelane divê di vê pêvajoya ku wisa girîng de xwedî li rastiya civaka herêmê derkevin. Li şûna şer yekîtiya gelan pêşbixin. Yekîtiya gelan temînata herî xurt ya civaka demokratîk û wekhev e.”

Etîket: BakurFelemez UlugRêveberiya XweserRojhilatTirkiye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 10 peyman hatin îmzekirin

Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 10 peyman hatin îmzekirin

8 GULAN 2025
PEyê rapora têkildarî Tirkiyeyê qebûl kir

PEyê rapora têkildarî Tirkiyeyê qebûl kir

8 GULAN 2025
21 ode û borsayên Bakurê Kurdistanê bang li Erdogan kirin

21 ode û borsayên Bakurê Kurdistanê bang li Erdogan kirin

7 GULAN 2025
Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê mafên mirovan tê binpêkirin

Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê mafên mirovan tê binpêkirin

6 GULAN 2025
Rêveberiya Xweser: Divê rêveberiya Şamê dev ji siyaseta paşguhkirinê berde

Rêveberiya Xweser bi boneya 1’ê Gulanê betlane ragihand

29 NÎSAN 2025
Qamişlo ji bo konferansa Kurdî amade ye

Qamişlo ji bo konferansa Kurdî amade ye

25 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (355)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne