Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug bi sernavê “Destûr nedin kurmê darê” gotarek girt dest û bal kişand ser kesên bi navê Kurdan hevkariya dijminê xwe dikin. Nivîskar Felemez Ulug anî ziman ku kesên ku mîna kurmê darê li dijî netewa xwe radibin, ne pêkane ku ji bo gelê Kurd gaveke erênî bavêjin.
Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Felemez Ulug di Rojnameya Xwebûnê de bi sernavê “Destûr nedin kurmê darê” gotarek girt dest û bal kişand ser kurdên ku wekî kurdê darê îxanetê bi gelê xwe re dikin. Felemuz Ulug da zanîn ku li Sûriyeyê bi ketina rejîma Baas re pêvajoyek nû hate despêkirin û wiha got: “Ev pêvajo ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Bi taybet piştî şerê 13 salan ji bo silametî û ewlekariya xelkê herêmê dibe qonaxek girîng. Ji niha ve gelek derdorên cûda hewl didin ku di vê pêvajoya wisa girîng de herêmê li gorî berjewendiyên xwe saz bikin. Yek ji van jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi çeteyên ku ji bermahiyên çeteyên DAIŞ berhev kiriye li herêmê hewil dide hebûna xwe xurt bike.”
Nivîskar Felemez Ulug, anî ziman ku piştî çekdarên Heyet Tehrî El Şam li dijî rejîma Baas kete tevgerê komên ku ji aliyê MÎTê ve hatine bi rêxistinkirin û bi rêvebirin jî li dijî herêmên Kurdan dest bi tevgerê kirin û wiha berdewam kir: “Ev çeteyên ku bi armanca lewazkirina Rêveberiya Xweser li herêmê tevdigerin, ne tenê zimeta dewleta Tirk dikin di heman demê de li pêşiya aramî û silametiya herêmê jî astengiya herî mezin in. Ji ber ku deshilata AKP-MHPê dixwaze xwe li ser kaosa li herêmê ava bike û siyaseta xwe ya derve li gorî wê hunandiye ji bo di vê mijarê de bigihêje armanca xwe jî her tiştî dike. Bi van geşedanên li herêmê diqewimin re mirov dikare bêje ku êdî hemû welatên cîhanê bi çavekî cûda li Sûrî dinerin. Lê ji bo silametiya herêmê nerîn ango dîtinên ji rastiya qadê dûr wê tu demê nebin rêya çareseriya daîmî. Ger îro welatên navneteweyî piştî pevçûn û şerê 13 salan li herêmê çareseriyek daîmî dixwazin, divê beriya her tiştî van sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bibînin û li gorî wê helwesteke rast nîşan bidin. Naxwe ger pêşî li dagirkerî û sûcên dewleta Tirk neyê girtin, ne mumkune ku dawî li krîz û aloziya li Sûriyê jî were.”
Felemez Ulug, anî ziman ku dewleta Tirk, ji ewilî ve ji bo Kurd li herêmê nebin xwedî statû çi ji dest hat kir û wiha lê zêde kir: “Piştgirî da çeteyên DAIŞê, bi erêkirina hêzên navneteweyî pêşî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagirkir. Li van herêmên dagirkirî ji bo bi navê Kurd tiştek nemîne siyasetek qirêj a guhertina demografiyê û talankirina herêmê xist meriyetê. Bi vekirina dibistanên Tirkî çand, ziman û civaka li herêmê înkar kir. Mîna van sûcan li dijî pêkhateyên herêmê gelek sûcên mezin kirin. Lê li himberî van kiryarên ku li gorî peymanên navneteweyî hemû sûcên şer in qada navneteweyî bêdeng ma. Heman bêdengî li himberî êrişên li ser Şehba, Til Rifat û Minbicê jî dewam kir. Kuştin, revandin, talan û qirkirin li milekî, ji ber van êrişên komên çeteyên dewleta Tirk bi sedhezaran kes bi darê zorê li ser axa welatê xwe bûn koçber. Bêdengiya li himberî van sûcan hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk ku ji vê bêdengiya hêz digire bi destê komên çeteyên paramîlîter berê xwe dide deverên cûda yên Rêveberiya Xweser. Li gorî agahiyên ji qadê tên li herêma Tişrîn, Qereqozax û gundewarên Kobanê di navbera komên çeteyên dewleta Tirk û şervanên HSDê de şer heye. Her çendî ev êriş ji aliyê şervanan ve tên şikandin jî, hebûna şer û pevçûnan li ser aramî û silametiya herêmê bandorên neyînî dide avakirin. Lê bi van êrişan armancên cûda ên dewleta Tirk a dagirker hene. Yek ji van armancan jî ewe ku di avakirina Sûriya nû de hewl dide destê Rêveberiya Xweser lewaz bike û herêmê weke qadek “bê ewle” bi nav bike.”
Felemez Ulug, xwest bê zanîn ku di şer a 13 salan de tevî êrişên Tirkiyeyê jî li seranserî Sûrî cihê herî bi ewle qadên Rêveberiya Xweser bûn û wiha got: “EV bi daneyan ve hatiye piştrastkirin. Deshilata AKP-MHPê bi destê komên çete ji bo vê aramiyê xira bikin û herêmê veguherînin cihekî “bê ewle” çi ji dest hat kirin. Ji ber ku di vê siyaseta xwe de bi ser neketin niha bi êrişên dagirkeriyê hewil didin vê armanca xwe bibin serî. Di vê pêvajoya Sûriya nû tê avakirin de, li himberî van êrişên li ser hebûna wan metirsiyek mezin ava dike, di serî de Kurd pêkhateyên herêmê jî bi armanca xwedî li hebûna xwe derkevin ketina nava liv û tevgerê. Bi vê armancê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilatê Sûrî bang li hemû partî, rêxistin û derdorên siyasî kir ku ji bo yekmaliya Kurdî xurt bikin yekîtiya xwe ava bikin û li Şamê xwedî li destkeftiyên gelê xwe derkevin. Ev bangek pêwîst bû. Di demên wisa hassas de berpirsyarî dikeve ser milê hemû beşên civakê. Ji bo xurtkirin û xwedî derketina statuya herêmê rêya herî guncaw û pêwîst ji bo xelkê herêmê yekîtiyek xurt e. Lê em bala xwe didinê mîna her carê hin kesên xwefiroş û durû hene ku di vê pêvajoyê de li şûna berjewendiyên gelê xwe bifikirin û li gorî wê tevbigerin berê xwe didin dijminê gelê xwe.”
Felemez Ulug herî dawî da zanîn ku di 14ê Kanûnê de li Hewlerê civînek pêk hat û wiha got: “Endamên MÎTê, Saziya Îstixbaratê ya PDKê Parastin û rêveberên ENKSê civîyan. Yekem rojava civînê bangên ji bo yekrêziya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bû. Di civînê de biryar dane ku ENKS tevlî Tifaqa Kurd a li Bakur û Rohilatê Sûrî nebe. Piştî vê biryarê, gotinên rêveberên ENKSê yên li dijî tifaqa Kurd zêde bûn. Hate destnîşankirin ku rêveberiya PDKê û dewleta Tirk li hevkirine ku ENKS li gorî vê biryarê tevdigere. Nîşaneyên vê yekê jî daxuyaniyên rayedarên ENKSê ne. Yek ji wan Abdulhekîm Beşar e. Dibêje, wê tifaqa bi PYDê re me zeyîf bike. Bi vê yekê jî namîne û dixwaze HSD PKKê li Rojavayê Kurdistanê qedexe bike. Serokê ENKSê Silêman Oso jî vê îtîrafê dike û dibêje “Me ji dewletan re got, PKKê qedexe bikin.”
Di vê pêvajoya ku li ser Sûriya nû qada nîqaş zêde bûne de, bi destê van kesên ku di têkoşîn û berxwedana li herêmê de qed keda wan tune, tê xwestin ku tevliheviyê derxin. Ev kêsên ku ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtine, îro radibin bêyî ku şerm bikin bang li dijminê gelê xwe dikin ku HSDê ji bo parastina herêmê bi hezaran şehîd daye ji qadê derxin. Ev kesên ku mîna kurmê darê li dijî netewa xwe tevdigerin ne mumkun e ku ji bo gelê Kurd gaveke erênî bavêjin. Di hişmendiya wan de jî tiştekî wisa nîne. Eger Kurd di vê pêvajoyê de xwe mahkumî vê zîhniyeta pûç û genî bikin wê 100 salên din wenda bikin. Ji bo Kurd bikaribin li gorî bawerî û çanda xwe li Mezopotamyayê bijîn firsetên mezin avabûne. Firsetên wisa ji 100 salî carekê derdikevin pêşiya mirovan. Lewma çi dibe bila bibe ne tenê partî û rêxistinên Kurd, divê hemû hêzên Kurdistanî, aştîxwaz û hêzên demokrasiyê xwedî li îradeya gelan derkevin û di vê pêvajoyê de destê Rêveberiya Xwese xurt bikin.”