Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji bo bi aliyên Kurdî re bicive, derbasî Hewlêrê bû û bi Mesût Barzanî re hevdîtin kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji bo pêkanîna yekîtiya netewî serdana Hewlêrê kir. Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî yê piştî êrişên çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk û şûnde banga yekîtiya neteweyî dikir, ji bo bi aliyên Kurdî re bicive, serdana Hewlêrê kir.
Li gorî agahiyên ji çapemeniya Herêma Kurdistanê hatin belavkirin, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re civiya ye.