Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyonekê de Fermandarê Yekîneya Moşekên Balîstîk ê Herêma Kirmaşanê Makarram Azîmî û Berpirsyarê Fînansê Cemşîd Eşaqî hatine kuştin.
Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) bi daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku li herêma Kirmaşanê li dijî hêzên Îranê operasyonek pêk aniye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di encama vê êrişa noqteyî de, Fermandarê Navendî yê Yekîneya Moşekên Balîstîk Mokarram Azîmî hatiye kuştin.
‘Berpirsê êrişên ser Îsraîlê bû’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Azîmî berpirsê operasyonên yekîneyê yên herêma Kirmaşanê bû û bi dehan moşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve avêtine. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ev operasyon di çarçoveya lawazkirina şiyana moşekî ya rejîma Îranê pêk aniye.
Berpirsê Aboriyê yê Pasdarên Şoreşê Eşaqî hate kuştin
Her wiha IDFê bi peyamek din ragihand ku Fermandarê baregehên Petrolê yê Pasdarên Şoreşê Cemşîd Eşaqî jî di encama operasyonek hewayî de hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Eşaqî ji baregehên petrolê berpirsyar bûye û baskê darayî yê hêzên rejîmê bi rêve biriye. Her wiha IDFê angaşt ku Eşaqî di fînansekirina bernameyên moşekan û komên Îranê yên li Rojhilata Navîn de jî xwedî berpirsyariyek girîng bûye.
‘Hejamarek fermandaran jî hatin kuştin’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyoneke din a hemwext de, hejmarek fermandarên tabûrê yên heman yekîneyê jî hatine kuştin. Hate ragihandin ku ev fermandar berpirsê avêtina bi dehan moşekan bûn ku ji bakurê rojavayê Îranê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin.
Ev operasyon wekî derbeke giran li ser fermandariya moşekî ya Îranê û binesaziya wê ya leşkerî ya li herêmên rojava û navîn tê nirxandin.













