• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir: Bû dibistana fîlman

Amed / AW

26 ÎLON 2025 - 21:56
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin li Çand Amedê dest pê kir. Derhêner Mûstafa Baydemîr li ser navê komîteya amadekar a festîvalê axivî, diyar kir ku Belgefîlma FîlmAmed weke dibistana fîlman e.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin li eywana Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) dest pê kir. Festîval îsal bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn pêk tê. Parlamenter, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl ên civakî, derhêner û bi sedan kes tev li bernameya Festîvala Belgefîlman a Fîlmamedê bûn. Ji ber eleqeya zêde ya ji bo festîvalê gelek kes li eywanê li ser piyan man.

Bûye lêgerîna heqîqetê

Ewilî pêşkêşvan Sakîne Jîr û Omer Şahîn qala dîroka lidarxistina Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê kirin û destnîşan kirin ku festîvala di sala 2011an de weke rojên fîlman dest pê kiribû îro bûye festîvaleke navnetewî û lêgerîna heqîqetê.

‘Belgefîlm dîtina helbesta rastiyê ye’

Piştre Derhêner û sînameger Mûstafa Baydemîr li ser navê komîteya amadekar a festîvalê axivî. Mûstafa Baydemîr ewilî siyasetmedar Sirri Sureyya Onder, Yilmaz Guney û Halîl Dag bi bîr anîn û got em ê li vir bi wan re fîlman temaşe bikin. Mûstafa Baydemîr destnîşan kir ku dê rojekê aştiyê bînin ser vê axê û ew ê teqez serbikevin. Mûstafa Baydemîr, diyar kir ku kombûna wan ne tenê ji bo temaşekirina fîlman e û wiha got: “Belgefîlm dîtina helbesta rastiyê ye. Em ê wê helbestê bi hev re bixwînin.” Mûstafa Baydemîr, bi lêv kir ku Belgefîlma FîlmAmedê weke dibistana fîlman e.

Derhêner Fîraz Dag bi bîr anî û helbesta wî xwend

Mûstafa Baydemîr derhêner Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ku di 26ê Îlona 2017an de di dema li dijî DAÎŞê şer dikir de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û helbesta wî xwend.

‘Festîval berxwedana gelê me di nava xwe de dihewîne’

Dûre Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar axivîn. Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku festîvala FîlmAmedê ji festîvalên din cûdatir e û wiha got: “Ev festîval îrade, bîr û berxwedana gelê me di nava xwe de dihewîne. Festîval rastiya gel e û heqîqet e. FîlmAmed dîrok, êş, hêvî û keyfxweşiya me pêşkeş dike. Bi saya keda hevalan a bi salan gihiştiye vê astê. Tu hêz nikare hunera gel tune bikin. Em jî weke şaredarên Peyasê li vir in. Heke çand û hunera gelekê azad nebe pêşeroj jî azad nabe.”

‘Bi kelecana festîvala 2011an vê festîvalê li dar dixin’

Berîvan Gulşen Sîncar bi lêv kir ku bi hêsanî nehatin heta van rojan û qala rêwîtiya festîvalê kir. Bêrîvan Gulşen Sîncar, bal kişand ser tayînkirina qeyiman û destnîşan kir ku bi kelecana festîvala 2011an îro vê festîvalê li dar dixin. Bêrîvan Gulşen Sîncar anî ziman ku eleqeya ji bo festîvalê ji bo wan girîng e. Bêrîvan Gulşen Sîncar di dawiya axaftina xwe de Sirri Sureya Onder bi bîr anî.

‘Lidarxistina festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hêz da me’

Dû re Hevşaredar Cengîz Dundar axivî. Cengîz Dundar destnîşan kir ku lidarxistina Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hêz da wan û bal kişand ser destpêka amadekirina festîvalê. Cengîz Dundar anî ziman ku gelê Kurd ji aliyê çand û hunerê ve dîroka wî zehf kûr e.

Mehmet Atli bi stranên xwe beşdarvan coşandin

Pişt re hunermend Mehmet Atli derket ser dikê û beşdarvanan ji bo wî bi awayekî bicoş li çepikan dan. Mehmet Atli dema stran digotin beşdarvanan jî pê re stran gotin û bi çepik û tilîliyan keyfweşiya xwe nîşan dan. Mehmet Atli bi stranên xwe beşdarvan coşandin û beşdarvanan li ber stranan govend gerandin.

 

Dûre Alîkarê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş kulîlk dan Mehmet Atli û bi awayekî kurt axivî. Yilmaz Guneş diyar kir ku derhênerên ji Rojava nekarîn beşdarî festîvalê bibin lê fîlmên wan hene û silav pêşkeşî Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava û sînemagerên ji derve ku fîlmên wan di festîvalê de hene kirin.

‘Em dixwazin jin dengê xwe bigihînin hemû jinên cîhanê’

Beriya pêşkeşkirina fîlmê Jinwar derhênera filmî Nadya Derwiş bi dîmen peyamek şand. Nadya Derwiş diyar kir ku festîvalê pîroz dike û nîşandana fîlmê wê cihê keyfxweşiyê ye. Nadya Derwiş destnîşan kir ku dikarin bi rêya fîlman hestên xwe bînin ziman û wiha got: “Jinan ji bo pêşeroja xwe ji xwe re qadek ava kirin. Em jî dixwazin ew jin dengê xwe bigihînin hemû jinên cîhanê. Niha bi rêya sînemayê em gihiştin hevdû.”

Bi biryardayî, wêrekî û hêviyê avakirin e

Dû re fîlmê Jinwar hate pêşkeşkirin. Jinwar fîlmekî ku li ser jiyana li gund, kar û xebatên wan û hwd. Hatiye kişandine. Belgefîlm cih dide nêrînên şêniyên gund. Komîteya Amadekar a Belgefîlm ji bo fîlmê Jinwar wiha dibêje: “Ji bo jiyana azad a jinan qadeke ku têra xwe dike. Bi biryardarî, wêrekî û hêviyê hatiye avakirin e.”

Piştî nîşandana fîlm bi dawî bû dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.

Etîket: 9emîn Festîvala Belgefîlma FîlmAmedêDestpêkJinwarKomeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata NavînMehmet AtliŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hejmara duyemîn a Kovara Bizot derket

Hejmara duyemîn a Kovara Bizot derket

1 NÎSAN 2026
Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

31 ADAR 2026
Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

Ji Şaredariya Peyasê projeya danîna şitlên Berûyê

26 ADAR 2026
Serlêdanên 2yemîn Turnuvaya Futbolê ya Saziyan dest pê dike

Serlêdanên 2yemîn Turnuvaya Futbolê ya Saziyan dest pê dike

18 ADAR 2026
‘Divê em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin’

‘Divê em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin’

20 SIBAT 2026
Şaredariya Peyasê gotûbêja pirzimanî li dar xist

Şaredariya Peyasê gotûbêja pirzimanî li dar xist

17 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyvên Kurdî ‘pirsgirêk’ dîtin, ji bo pirtûkê bidin 5 hezar lîre xwestin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî Balyozxaneya Îsraîlê êrîş: kesek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DYA-Îsraîlê li çar welatan li hedefên Îranê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinnews: Di Adarê de 29 jin hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa ‘Aştî Bê Me Nabe’ hate aşkerakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (279)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne