Enqere – Cigirê Serokê Giştî yê MHPê û endamê Komîsyona Meclisê Fetî Yildiz beriya 6emîn civîna tîma nivîsandina rapora hevpar a meclisê, pirsen çapemeniyê bersivand. Fetî Yildiz diyar kir ku mafê heviyê dê teqez di raporê de cih bigirê.
Cigirê Serokê MHPê û Endamê Komîsyona Meclisê Fetî Yildiz beriya civîna tîma nivîsandinê ya rapora hevpar a meclisê ku ji endamên partiyên siyasî yên hatine erkdarkirin pêk tê, pirsen rojnamegeran bersivand. Fetî Yildiz li ser pirsa mafê heviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku mafê heviyê weke nav nebe jî dê teqez di raporê de cih bigire û got: “Mafê heviyê weke sernav tune be jî li gor biryarên Dadgeha Mafê Mirovan dê teqez hebe.”












