Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku pêvajo meseleyek dewletê ya ku êdî nayê taloqkirin û paşve nayê zivirandin e.
Alîkarî Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz derbarê pêvajoya ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê ve tê meşandin de axivî. Yildiz di parvekirina li ser hesaba xwe ya fermî de pêvajo wekî meseleyek dewletê pênase kir û wiha axivî: “Riya komara me diyar e: Piştgiriya azadiyên takekesî, cudahiya hêzan, serxwebûna darazê, pêşketina dewletê ya li ser bingeha hiqûqa civakî, laîq û demokratîk wezîfeya me tevan e.” Yildiz angaşt ku ew bi parastina rûmeta miletê xwe û hesasiyeta dewleta xwe pêvajoyê dimeşînin û wiha domand: “Ev mesele ji nîqaşê re girtiye. Êdî ev meseleyek dewletê ya taloqkirin û vegera wê nemimkûn e.”













