Mereş – Nûnera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan ku li Parîsê tevî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Ji damezirînerên PKKê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn), di 9ê Çileya sala 2013an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Fîdan Dogan, di 12emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xoponê ya navçeya Elbistan a Mereşê hat bibîranîn.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina DEM Partî û DBP’ê yên Mereş, Dîlok û Semsûr, gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
Girse ji ketina goristanê heta gora Fîdan Dogan meşiya û li vir daxuyanî da. Piştî rezgirtinê daxuyanî hate dayin. Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû daxuyanî xwend.
Piştre jî Cîgira Hevserokên Giştî yên DBPê Narîn Gezgor axivî û wiha got: “Fîdan Dogan lêgerîna azadiyê bû. Ew jineke ku bi hişmendiya jinê welatê xwe parasti bû.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî di bîranînê de ev tişt anî ziman: “Her çend diviya hikûmeta Fransayê vê qetilkirinê ronî bikira jî, lê dîsa jî ne diyar e kê ev tetîk kişandiye. Em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jin û Kurdistanê didomînin, em ji Sakîne û Sêvê re diyar dikin ku ev têkoşîn têkoşînek mafdar e. Kuştina li dijî jinê, sûîqasta li dijî azadiya jinê ye. Bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê re dibêjin ku ev bûyereke tecrît e û kiryar nediyar e. Em dizanin ku Sakîne û Fîdan bi hişmendiya netew-dewletê hatin qetilkirin. Em hemû hevalên xwe yên di vê rêyê de bedel dane, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.”
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Fîdan Dogan.