• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan dawî bû

    Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan dawî bû

    Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê roja duyemîn bi dawî bû

    Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê roja duyemîn bi dawî bû

    Fîgen Yuksekdag: Rêya çareseriyê Îmraliyê derbas dibe

    Fîgen Yuksekdag: Rêya çareseriyê Îmraliyê derbas dibe

    MED-DER: Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin ​

    MED-DER: Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin ​

    Şahiya Hîlarê di roja duyem de berdewam dike

    Şahiya Hîlarê di roja duyem de berdewam dike

    MKG: Hîn jî 5 rojnamevanên jin girtî ne

    MKG: Hîn jî 5 rojnamevanên jin girtî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan dawî bû

    Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan dawî bû

    Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê roja duyemîn bi dawî bû

    Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê roja duyemîn bi dawî bû

    Fîgen Yuksekdag: Rêya çareseriyê Îmraliyê derbas dibe

    Fîgen Yuksekdag: Rêya çareseriyê Îmraliyê derbas dibe

    MED-DER: Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin ​

    MED-DER: Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin ​

    Şahiya Hîlarê di roja duyem de berdewam dike

    Şahiya Hîlarê di roja duyem de berdewam dike

    MKG: Hîn jî 5 rojnamevanên jin girtî ne

    MKG: Hîn jî 5 rojnamevanên jin girtî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fîgen Yuksekdag: Rêya çareseriyê Îmraliyê derbas dibe

Mêrsîn / AW

5 COTMEH 2025 - 18:50
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Meşa TJAyê di roja pêncemîn de berdewam dike. Meşvan gihiştin Mêrsînê û bi girseyî hatin pêşwazkirin. Li vir peyama Figen Yuksekdag hat xwendin. Fîgen Yuksekdag diyar kir ku ew bawer dike meşa jinan dê bibe sedema pêşerojekî ronî û got: “Firsendekî dîrokî ji pêşiya me ye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek dabû destpêkirin. Meş di roja pençemîn de biçoş berdewam dike. Di roja pêncemîn de jin li Edenê derketibûn û gihiştin Mêrsînê. Dema ku jin bi meşê ketin Mêrsînê ji aliyê dayîkên aştiyê, şeniyên Mêrsînê, rêxistina DEM Partiyê ya navend û navçeyên Mersînê ve bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Mafê hêviyê mafê gelan e”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û kulîlk dan meşvanan. Piştî pêşwazîkirinê girse ji Parka Aştiyê heta avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê ve meşiyan. Piştî meşê girse govend gerand û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin û girse dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Paşê peyama girtiyên siyasî yên jin hat xwendin. Peyam ji aliyê Rojîn Altay a TJAyî ve hat xwendin.

Peyama girtiyên siyasî yên jin wiha ye:

“Meşa ku we bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” silav dikin. Em bawer in ku di rojên nêz de meş bigihêje armanca xwe.

Heta îro sekna têkoşîna azadiya  me bi şîara “Jin azad nebê civak azad nabê”  berdewam kir. Bi hêviya vê seknê me jî libber xwe da. Piştî vê jî em ê ji bo azadiya fizikî ya hevrêyên xwe têbikoşin. Ji bo pêvajoya îro baş pêş bikevê divê em dengê xwe bilind bikin. Me jî dixwest em bi hev re dengê xwe bilind bikin, em ê teqez ser bikevin.

Ji bo her kes azad bibe azadiy- yêk kesî bes e. Di zindanê de bi fikrên wî li berx we da, banga me ji tevahî xwişkê me re dengê xwe ji bo wî bilind bikin: Ji bo Ocalan azadî.Bi salan e em ji jinan re dibêjin ku em têkoşîna azadiyê didin û di vê têkoşînê de bi fikr, raman, rê û rêbaza me; werin em ji bo azadiya rêbertî têbikoşin. Şens tenê carekî tê ber derî. Hezar silav ji Rêbertî re ku vê şensê anî ber deriyê me.

Her gaveke ku em ber bi hêviya azadiyê ve diçin ev gav dê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê azad bike. Jina azad navê civaka azad a demokratîk e. Ji bo cîhaneke bêşer û pêşerojeke azad pêk were daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye. Ew bi jinan dest bi meşa azadiyê kir. Îro jî jin ji bo bi awayekî azad birêz Ocalan re were gel hev dimeşe. Birêz Abduulah Ocalan lêgerîna xwe ya heqîqetê kir lêgerîna tevahiya gelê Kurd. Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e.

Di 26 salan de ku di bin şert û mercên tecrîda giran de jî tu carî nehatiye girtin. Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û hemû gelên cîhanê bi awayekî aştîyane bijîn jiyanekê hevpar derxist holê. Ev ji bo cîhanê şense û divê ev şens azad bimîne.”

Paşê peyama Fîgen Yuksekdag hat xwendin. Peyama Fîgen Yuksekdag wiha ye:

“Ji meşa jinan re

Jinên hêja, kesên ku ji bo azadiyê ketine rêya azadiyê bi hestên xwe yên herî dilsoz silav dikim. Di dest xistina mafê “Aştî û Civaka Demokratîk” de berxwedana jinan silav dikim. Em jinên siyasetmedar û girtiyên siyasî yê jin bi awayekî fizikî ne di nava wan de jî bin em hestên wa hemûyan yê azadiyê parve dikin. Ez bawer dikim ku meşa we dê bibe sedema pêşerojeke ronî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê, Kurdistan û herêmê. Dema daxwaza aştiyê bi demokrasî, azadî re hevdîtin pêk bîne tê ew ê bi serkeftinê didome. Ev firsendê dîrokiye ku di pêşiya gelan de ye wekî duh îro jî rêya çareseriyê Îmraliyê derbas dibe. Birêz Abdullah Ocalan rêya ku demokrasî û aştiyê vekir, daxwaza gel jî ew e ku birêz Abdullah Ocalan rol û misyona xwe bileyzê ye. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabê.  Di nava têkoşîna azadiyê de daxwazên me ya  ji bo birêz Ocalan erkên xwe yên civakî-siyasî berdewam bike ye. Em bi gotina ji birêz Ocalan re azadî, ji tevahî girtiyên siyasî, jin, gel û ciwanan re azadî dikarin aştî û demokrasiyê ava bikin.”

Dûre aktvîsta TJAyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê yê ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin Neslîhan Şedal axivî.

‘Heta rêberê gelan azad bibe em ê bimeşin’

Neslîhan Şedal diyar kir ku ev hezar sal e jin dijî desthilatdariyê dimeşe û wiha axivî: “Tevgara Jinên Azad 1ê Cotmehê ve ji bo aştî heta ku vê ednîgariyê pêk werê û azadiya fizikî ya rêberê gelan Abdullah Ocalan pêk werê dê berdewam bike. Berî dehan salan ji bo politîkayan şer gundên me hatin şewitandin û xwestin gelê me asimîle bikin. Lê îro Mêrsîn dijî vê seknekî nîşan da. Em wekî TJAyê dimejin divê pêdiviyên pêvojoyê demildest pêk were.”

‘Azadiya jinan azadiya birêz Abdullah Ocalan e’

Neslîhan Şedal da zanîn ku ji bo pêvajo bimeşê divê azadiyâ rêberê gelan Abdulalah Ocalan pêk werê û wiha pêde çû: “Pêşiya siyaseta demokratîk webê û aştî pêk werê. Îro birêz Abdullah Ocalan ji bo tevahiya jinên cîhanê azad bibe pradîgma danî pêşiya me. Em jî ji bo azadiya tevahiya jinan dimeşin. Em jî azadiya xwe azadiya birêz Abdullah Ocalan de dibînin. Azadiya jinan azadiya birêz Abdullah Ocalan e.”

‘Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe’

Di dawiyê de aktivîsta TJAyê Eylem Saruca axivî û diyar kir ku gava aştiya ya yekemîn rakirina tecridê de derbas dibe û ev tişt anî ziman: “Jin di dîrokê de gelek tişt jiyan kir îro jî di nava pêvajoyê de jin pêşeng in. Di mînakên cîhanê de jî heye di pêvajoya aştiyê de yêk alî girtî bê aştî pêk nayê. Serokê komîsyonê got; em hêj jî naçin Îmraliyê. Em dibêjin ji bo aştiyê divê ji birêz Abdulllah Ocalan re hevditîn pêk werê. Rêya çareseriyê ji ber rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de derbas dibe.”

Piştî axaftinan bername bi temaşekirina sînevîzyonê dawî bû.

Etîket: FîgenJinMêrsînmes
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan dawî bû

Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan dawî bû

5 COTMEH 2025
MKG: Hîn jî 5 rojnamevanên jin girtî ne

MKG: Hîn jî 5 rojnamevanên jin girtî ne

5 COTMEH 2025
Nagîhan Akarsel li Manîsayê hat bîranîn

Nagîhan Akarsel li Manîsayê hat bîranîn

5 COTMEH 2025
Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan berdewam dike

Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan berdewam dike

4 COTMEH 2025
Meşa TJAyê gihişt Edenê: Silavên Rêberê Gelê Kurd me anî

Meşa TJAyê gihişt Edenê: Silavên Rêberê Gelê Kurd me anî

4 COTMEH 2025
Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

Abdullah Ocalan: Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser bikevin

4 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (82)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne