Nivîskar Doç. Dr. Fîkret Başkaya, têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd diyar kir ku divê hemû niqaş li ber çavê gel bên kirin û got: “Ev karê rêxistinbûyînê ye. Divê gel ji dûrve siyasetê temaşe neke. Di gel de zanina hemwelatîbûnê lawaz e.”
Di 3yê Çileya 2013an de heyeta yekemîn çû Îmraliyê û hevdîtinên heyetê yên di navbera Îmralî, Enqere û Qandîlê de heta 2015an berdewam kir. Piştî nîsana 2015an Tayyip Erdogan diyar kir ku ew masê nas nake û dawî li pêvajoyê anî. Ji 5ê Nîsana 2015an heta 28ê kanûna 2024an çûyîna heyetê ya Îmraliyê hat qedexekirin. Ji Adara 2020î heta 23ê cotmeha 2024an bi temamî têkiliya Abdullah Ocalan û derve hat qutkirin.
Piştî 2016an her ji 6 mehan carekê cezayê dîsîplînê û hucreyê li Abdullah Ocalan hat birîn. Di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin. Abdullah Ocalan piştî tecrîda mûtleq a 43 mehan di 23yê cotmehê de bi birazayê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kiribû. Piştre jî di 28ê çile de heyeta DEM Partiyê çû îmraliyê û hevdîtinek pêk anî. Heyeta Îmraliyê 7 xalên çareseriyê yên Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir û hefteyek e ev xal di rojeva civakê de ne. Têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, nêzîkatiya meclisê û hikûmetê Nivîskar Doç. Dr. Fîkret Başkaya ji Ajansa Welat re axivî.
Nivîskar Doç. Dr. Fîkret ewil bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêkek sed salî ye. Vê rejîmê her tim di neçareseriyê de israr kir. Lê êdî divê ev pirsgirêk çareser bibe. Lê hêj navê pirsgirêkê aşkere nînin ziman.”
Fîkret Başkaya, anî ziman ku rayedar pirsgirêkê bi nav nakin û wiha axivî: “Di binavkirina pirsgirêkê de dirûtiyek heye. Li aliyekî zext zordarî û zilm dirome. Li aliyê din, dixwazin çi çareser bikin? Hîna bi awayekî zelal dixwazin çi çawa çareser bikin neanîne holê. Pirsgirêk neanîne ser masê. Nediyariyek heye.”
‘Divê her tişt li ber çavan bê axaftin’
Nivîskar Fîkret Başkaya, bi gotina “Lê êdî dema çareseriya vê pirsgirêkê ji mêj ve hatiye û derbas dibe. Divê êdî ev rejîm ji bo çareseriyê tişta hewce bike.” bal kişand ser pêdiviya çareseriyê û wiha lê zêde kir: “Divê her tişt li ber çavê gel bên axaftin. Her tişt zelal û aşkere be. Ev pirsgirêk divê li mecilsê bê çareserkirin.”
‘Girse siyasetê temaşe dike’
Fîkret Başkaya, li ser rola sazî û rêxistinên sivîl jî rawestiya û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê zanîna hemwelatîbûnê lawaz e. Siyaset ji profesyonelan re hatiye hiştin. Girse ji siyasetê temaşe dikin. Ji ber vê yekê di van pirsgirekên bingehîn de divê gel bi rêxistinî be. Lê bêrêxistiniyek heye. Rêxistinên heyî jî ji armanca avakirina xwe dûr ketine û bûne biyaniyên xwe. Lê dîsa tevî her tiştî rêveçûnek heye.”
Fîkret Başkaya, li ser rol û rista gelê kurd û tirk jî rawestiya û wiha got: “Ev kar, karê rêxistinî ye. Pirsgirêka rêxistinî heye. Divê ji dûrve temaşe nekin. Di meseleyên giştî yên civakî ku hemû civakê eleqeder dikin de, rolek diyarker a gel tune ye. Ji ber ku di civakê de zanîna hemwelatîbûnê tune ye. Lê di encamê de têkoşîn jî didome. Em hêvî dikin ku vê carê gav bên avêtin û ev pirsgirêk bi dawî bibe. Ev zilm û neheqiya li gelê kurd tê kirin bi dawî bibe.”
‘Nerîna cîhanê ya li hemberî kurdan guherî ye’
Fîkret Başkaya li ser cerebeyên cîhanê jî rawestiya û nerînên xwe wiha parve kir: “Di çareseriya pirsgirêkê de aktorên derve jî hene. Hesabên wan ên cuda hene. Li aliyê din Rojhilata Navîn navenda cîhanê ye. Di dîrokê de her tim bal kişandiye ser xwe. Dewletên ku xwestin xwe belav bikin, çav berdane vir. Lê niha li tevahiya cîhanê li gorî berê nerîna cîhanê ya li hemberî kurdan baştir e. Li her derê cîhanê yên piştgiriyê didin kurdan hene. Rêxistin û mirovên piştgiriyê didin kurdan hene. Ev rêxistin û mirovên ku piştgiriyê didin kurdan dikarin bandorê li ser dewletên xwe bikin.”
‘Divê mirov hêviya xwe winda neke’
Fîkret Başkaya herî dawî li ser gotina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ‘şert û merc bên avakirin ez di aliyê teorîk û pratîk de xwedî hêza çareseriyê me’ rawestiya û wiha bi dawî kir: “Em tam nizanin qala şertên çawa dikin. Şert li gori kesan tê guhertin. Lê li vir ya esas û diyarker be, helwesta rejîmê ye. Bala xwe bidinê yên dibêjin ‘pirsgirêka kurd tune’, hene. Li aliye din zext hene. Mînak hîna hesabên malperên Ajansa Mezopotamya û Yenî Yaşamê tên astengkirin. Li aliyekî nediyarî heye. Li aliyekî hêvî heye. Hevî her tim di navbera ‘pêkan e’ û ‘îhtîmal heye’ de ye. Ya giring divê hêvî nêzî aliyê pekan be. Lê dîsa li ruxmê her tişti divê mirov hêviya xwe winda neke.
Divê berî her tiştî ev rejîm rexnedayîna xwe bide. Lê ev rejîm nêzî rexnedayînê nabe. Divê rejîm bibêje ‘Raste me şaşî kir’ Lê xuya ye ku îktîdar ji bo desthilatiya xwe biparêze, niyeta ku manipulasyonê bikin ji heye. Lê çend hefte şûnde mirov dikare hîn bêtir rewşê zelal bibîne.”