• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Tuncer Bakirhan: Pêvajo bi yek alî nameşe

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Ji Nobeta Edaletê bangewazî: Xwedî li doza zarokan derkevin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    Pirtûka ‘Çîrokên jinên di zindanê de’ hat îmzekirin

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    ‘Seyîd Riza li dijî zilmê tu carî serî netewand’

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Rewşa xeternek a Huseyîn Aykol didome

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

    Li Enqereyê panela ‘rojnamegeriya aştiyê’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘FîlmAmed dibistan e, li dijî înkar û sansurê ye’

Lezgîn Akdenîz - Esra Polat / AW

1 COTMEH 2025 - 08:03
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Endamên Komîteya Amadekar a Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê diyar kirin ku îsal gel bi ruhê pêvajoyê xwedî li festîvalê derket û FîlmAmed li dijî înkarê û sansurê ye.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn bi dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” îsal hate lidarxistin. Festîval di navbera 26-30yê Îlonê de li eywanên sînemayê yên Çand Amedê pêk hat. Festîval duh êvarê bi dawî bû. Di van pênc rojan de bi hezaran kes hatin temaşekirina belgefîlman û hem li belgefîlman temaşe kirin hem jî li gotûbêjan guhdarî kirin. Di festîvala îsal de ji 700 belgefîlman 29 belgefîlm hatine bijartin û hatin nîşandan. Temaşevanên belgefîlman îsal jî têra dilê xwe temaşeyî belgefîlman kirin. Ji çar aliyên Kurdistanê û diyasporayê derhêner bi belgefîlmên xwe beşdarî festîvalê bûn.

Festîval bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê hate lidarxistin.

Endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê ji ajansa me re axivîn û festîvalê nirxandin.

‘Gel xwedî li FîlmAmedê derdikeve’

Xebatkarê Akademiya Sînemayê Emîn Îsî bi bîr xist ku îsal 700 belgefîlm ji bo serlêdana wan hatine û wan ji van belgefîlman 29 belgefîlman bijartine. Îsî da zanîn ku gel xwedî li festîvala FîlmAmedê derdikeve û got ku festîvala wan Kurd û Kurdistanî ye û ji bo bîra sînemaya Kurdî xwedî rolek girîng e. Îsî diyar kir ku ew di festîvalan de dibin şahidên gelek belgefîlmên xwedî çîrokên balkêş ên Kurdistanê û îsal jî 12 heb belgefîlmên neteweyî yên Kurdistanê di festîvalê de cih girtin.

Emîn Îsî bal kişand ser giringiya festîvala FîlmAmedê û got: “Ev festîvala FîlmAmedê ne nîşandana belgefîlman e, di heman demê de dibistaneke belgefîlma ye. Ev kedek bêhempa ye û ji bo me dîrokî ye. FîlmAmed bûye nasname. Îsal me bi navê ‘fîlm fonu’ jî fonek vekir û dixwazin piştgirî bidin projeyên bên çêkirin. Ji bo 44 projeyan serlêdan çêbûn.”

‘Festîvala FîlmAmedê dibistaneke’

Nivîskar Omer Fîdan ku endamê Komîteya Amedekar a Festîvalê bû jî bal kişand ser bandora şerê taybet a li ser sînemageriya Kurdî got tevî ku di salên dawî de zext û zordariya li ser gel zêde bû jî lê gel dîsa hate festîvalê û xwedî lê derket. Fîdan anî ziman ku bi taybetî jî ji bo fîlmên Kurdî eleqeyek zêde heye û ev yek jî cihê şanaziyê ye û tê xwestin ku Kurd bêtir xebatên bi Kurdî bên kirin. Fîdan got ku divê sala bê xebatên bi Kurdî zêdetir bin û ev festîval ne tene festîvaleke di heman demê de dibistanek e. Omer Fîdan da zanîn ku di festîvalê de kargehên sînemayê jî hatine lidarxistin û ew li bendê ne ku sala bê beşdarî zêder bibe. Fîdan diyar kir ku dê zordestî û pêkûtiyên li ser Kurdî nikaribin xebatên hunera Kurdî asteng û krîmînalîze bikin û dê dilsozî her ji bo Kurdî hebe.

‘Tevlibûna festîvalê zêde dibe’

Endama Komeleya Akademîya Sînemayê Rojhilat Aksoy jî destnîşan kir ku ji sala 2016an heta 2024an qeyûm tayînî şaredariyên Amedê hatibûn kirin festîval bi rêk û pêk nedihat lidarxistin û got: “Tevî astengî û nebûna salonên sînemayê jî dîsa tevlibûna festîvalê baş bû. Rojhilat Aksoy anî ziman ku dema hêza saziyan xurt be dikarin her çalakî û xebatên çand û hunerî bikin û wan di beşdariya xelkê ya festîvala 9emîn de dîtiye ku hewceyî bi festîvalê heye û xwedîderketina gel wan kêfxweş kiriye. Rojhilat Aksoy bal kişand ser armanc û naveroka festîvalê û got: “Me salên berê nîşandana fîlman dikir lê îsal me xelat jî danî û nav diyar kirin. Xelata heqîqetê ya Orhan Dogan, ya heqîqeta jinan Leyla Qasim, xelata ekolojiyê ya Hewselê û juriya gel a Kemal Korkut. Van xelatan xebatên festîvalê mezintir kirin. Dema mirov difikire û çêdike wateyeke xweş diderkeve holê. Belgefîlm pirr cihêreng bûn.”

‘FîlmAmed li dijî înkarê û sansurê ye’

Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Gulan Mizgîn jî ji bo festîvalê hestên xwe anî ziman û destnîşan kir ku di festîvalê de bandora pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” xwe da nîşandan. Gulan Mizgîn da zanîn ku ew ne li benda beşdariyek ewqas bi girseyî bûn û di pêvajoyê de hê tiştekî li ber çav tune yê lê belê nîqaşa wê jî nîşan dide ku gel bi hêviye û hêza xwe ji pêvajoyê digire. Gulan Mizgîn destnîşan kir ku wan xwestiye ji îsal şûn ve festîval civakî bibe û gelek derhêneran got ku cara ewilî ye festîvalekî wisa dîtine. Gulan Mizgîn diyar kir ku beşdariya jin, zarok, ciwanan zêde bû û got: “Em dixwazin ku festîvala me jî xizmetê ji bo pêvajoya Aştî û Civak a Demokratîk bike. Em bi hêvî ne ku festîvala 10emîn hin xurttir pêk were. Festîvala FîlmAmed bûye nav û nîşan. FîlmAmed li dijî polîtîkayên înkarê, li dijî asîmîlasyonê, li dijî sansurê disekine. Ji ber vê yekê jî eleqeyeke pirr zêde çêdibe.”

 

 

 

 

Etîket: 9emîn Festîvala Belgefîlma FîlmAmedêFilmAmedGulan MizgînKomeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata NavînOmer Fîdan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Derhênerê rojhilatî: Min xwest bibim dengê gelê ku weke bayê bê welat e

Derhênerê rojhilatî: Min xwest bibim dengê gelê ku weke bayê bê welat e

2 COTMEH 2025
Derhênerên ji Rojhilatê Kurdistanê: Têkoşîna armancekê te digihîne mafên te

Derhênerên ji Rojhilatê Kurdistanê: Têkoşîna armancekê te digihîne mafên te

1 COTMEH 2025
Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

Festîvala FîlmAmedê bi dawî bû: Peywîra sînemayê vegotina heqîqetê ye

30 ÎLON 2025
Derhêner Sarûhan: Sînemaya Kurdî ji pêşerojê re hafizayekê dihêle

Derhêner Sarûhan: Sînemaya Kurdî ji pêşerojê re hafizayekê dihêle

30 ÎLON 2025
Festîvala fîlman îro bi fîlmê ‘YîBOyê’ bi dawî bû: Zarokên kurdan asîmîle kirin

Festîvala fîlman îro bi fîlmê ‘YîBOyê’ bi dawî bû: Zarokên kurdan asîmîle kirin

29 ÎLON 2025
Derhênera belgefîlma YÎBOyê: Heta ziman qedexe be pêvajo jî nagihîje encamê

Derhênera belgefîlma YÎBOyê: Heta ziman qedexe be pêvajo jî nagihîje encamê

29 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (234)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne