Amed – Fîlmê “Heval Birako” ku çîroka wî ji aliyê rojnameger Nazim Daştan ve hatiye nivîsîn, çîroka du birayên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin vedibêje. Derhêner Nûman Yîgît da zanîn ku fîlm çîroka hemû civaka Êzidî û êşa wan dide nîşandan.
Komîna Fîlm a Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava gelek fîlm kişandin û di pêşvebirina sînemayê de tevkariyeke mezin dike. Komîna Fîlm a Rojava di tebaxa 2024an de dest bi kişandina fîlmê “Heval Birako” jî kir û di Cotmeha 2024an de temam kir. Fîlm çîroka du birayên ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatine revandin vedibêje. Çîroka fîlmê “Heval Birako” ji aliyê rojnameger Nazim Daştan ve ku bi hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn re di 19ê Kanûna 2024an de di êrişa SÎHAyê ya dewleta Tirk de hate kuştin hatibû nivîsandin. Derhêneriya fîlmî Nûman Yîgît kir û senaryo ji aliyê derhêner Onder Çakar ve hate nivîsîn. Fîlm saetek û 53 deqîqe ye. Fîlm di heman demê de balê dikişîne ser fermana Êzidiyan. Fîlm cara ewil di 5emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava de hate nîşandan. Derhênerê fîlmî Nûman Yîgît qala fîlmî û pêvajoya kişandina wî kir.

‘Heval Nazim ji heval Onder re qala çîrokê kiribû’
Nûman Yîgît da zanîn ku senaryoya fîlmê birako rojnameger Nazim Daştan bi derhêner Onder Çakar re parvekiribû û wiha got: “Heval Nazim ji heval Onder re qala çîrokeke wisa kiribû. Ev çîrok heval Onder kir senaryo. Me di meha Tebaxa 2024an de me dest bi kêşanê kir. Serê Cotmeha 2024an qediya. Mehekê me amadekariyên fîlm kir û kişana wê du mehan berdewam kir. Fîlm li gel amadekariyên wî sê mehan berdewam kir. Ji bilî vê nêzî pênc mehan jî bi post produksiyona wê ve mijûl bûn. Bi montaj, deng, reng, muzîkê re mijûl bûn. Cara ewil fîlmê me di 5emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava de hate nîşandan. Eleqeyeke pir mezin hate nîşandan.”
Fîlm li sê bajaran hate kişandin

Nûman Yîgît derbarê kişandina fîlmî de ev agahî dan: “Me fîlmê xwe bi temamî li Qamişlo, Amûdê û Reqayê kişand. Dîmenê gund nêzî sînor li Amûdê, dîmenê şer li Reqayê, hin dîmenên din jî me li Qamişlo kişandin. Me li Amûdê xwest dron bikarbînin lê hin astengî derketin holê. Dewleta Tirk dron bi aliyê xwe ve kişand, qeza kir. Hin pirsgirêkên teknîkî çêbûn. Ji ber me fîlmê li ser DAIŞê çêdikir, li Reqayê hêzên ewlehiyê weke tedbir ewlehiya me digirtin.”
Çîroka du birayên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve dîl hatine girtin
Nûman Yîgît di berdewama axaftina xwe de wiha qala çîroka fîlm kir: “Çîroka du birayên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve dîl hatine girtine. Lêgerîna wan, êşa ku dikişînin, polîtîkayên asîmîlasyonê ku li ser wan dihatin meşandin, daxwaza wan a xwe gihandina hev, daxwaza wan a rizgarbûnê hwd. Bi taybetî behsa lêgerîn û xwegihandina du birayên Êzidî dike. Li aliyê din dema di sala 2017an de li dijî DAIŞê şerek hate meşandin berxwedana şervanan û ji bo parastina civakê hewldan û têkoşîna wan dide nîşandan. Çîroka hemû civaka Êzidî ye û êşa wan dide nîşandan. Têkoşîna li dijî DAIŞê dide nîşandan. Mijareke taybet e. Hem Êzidî ne hem zarok in. Dema mirov van her du mijarên hesas digire dest lêhûrbûneke bi taybetî dixwaze. Bi taybetî ji bo çanda Êziditiyê. Ji bo hin hesasiyetên civaka Êzidiyan em çûn gundekî wan. Me bi mezinên wan re sohbet kir. Wekî din ji ber zarok bûn em hesas nêzîk bûn. Li ser mijarê gelek nîqaşên me çêbûn.”
‘Li aliyekê bermahiyên şer hebûn li aliyê din jiyaneke nû dihate avakirin’
Nûman Yîgît bi lêv kir ku fîlmê “Heval Birako” yekemîn fîlmê wî yê metraj dirêj e û ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê hem di quralên sînameyê de hem jî di hestên civakî de hesas nêz bûn. Weke min got çîrokeke pir hesas e. Me hewl da hinek ji aliyê olî ve jî hesas nêzîk bibin. Ez bi xwe li Şengalê jî mam. Ji bo naskirina civaka Êzidî ev yek baş bû. Em di vî warî de gihiştin armanca xwe. Me wexta li Reqayê dîmen dikişandin li aliyekê ew bermahiyên şer hebûn li aliyê din avahî dihatin avakirin, jiyaneke nû dihate avakirin. Vê yekê jî em hestiyar kirin.”
‘Eleqe û xwedîderketin pir zêde bû’
Nûman Yîgît anî ziman ku fîlmê wan cara ewil di Mihrîcana Fîlman a Rojava de hate nîşandan û wiha pê de çû: “Demekî dirêj bû festîval nedihate lidarxistin. Me xwest festîvalê bi fîlmekî li ser Rojava, li ser vî gelî em vekin. Li alîyekê jî ji bo rengê Komîna Rojava û berhemên vî gelî jî wiha xuya bikin. Me li ser vê esasê fîlmê ‘Birako’ cara ewil nîşanda. Eleqeke pir baş hate nîşandan û helwesta gel jî erênî bû. Bêguman rexneyên hunerî jî hebûn lê fîlm ji aliyê civakê ve pir serkeftî hate dîtin. Me hesaba eywanekê kiribû lê ji ber eleqeya zêde me fîlm li du eywanan da nîşandan. Em bi kelecan bûn. Piştî fîlm qediya bertekên civakê pir erênî bûn. Bi hezkirin û xwedîderketina gel em gelek keyfxweş bûn.”
‘Dema fîlm ber bi qedandinê ve bû Nazim şehîd ket’
Nûman Yîgît da zanîn ku wî û Nazim Daştan hev nas nekir û wiha pê de çû: “Mixabin sohbeteke me çênebû, wexta fîlm weke senaryo gihişt ber destê me hevalan parve kir ku çîrok heval Nazim nivîsandiye. Di wî warî de em keyfxweş bûn. Wexta me dest bi kişandinê kiribû heval Nazim hêj sax bû. Me dixwest dema fîlm qediya em bi hev re temaşe bikin û nêrîna wî bigirin. Lê dema fîlm ber bi qedandinê ve bû mixabin heval Nazim şehîd ket. Ji bo me êşek bû. Me dixwest têkildarî fîlm nêrînên wî bigirin mixabin çênebû. Derheqê heval Nazim de hinek lêkolînên me çêbûn. Heval Nazim hem hevalekî rojnamevan bû hem hesteke wî ya sînemayî hebû. Ji xwe li zanîngehê jî beşa sînemayê xwendibû. Li çar parçeyên Kurdistanê jî geriyabû. Çîrokên vî gelî bi hunerê didan nasîn. Lêkolînên wî yên civakî û hunerî xurt bûn.”
‘Dixwazin li Ewropa û Bakur jî fîlm pêşkeşî gel bikin’
Nûman Yîgît axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Piştî nîşandana fîlmî ya li Rojava em ê wî ji mihrîcanên navneteweyî yên derve re bişînin. Em ê bişînin Ewropayê heke derfet çêbibe li Bakur û parçeyên din jî em dixwazin fîlm pêşkeşî gel bikin. Di vî warî de plansaziyek li pêşiya me heye. Em dixwazin bi awayekî serkeftî fîlm li dinyayê bigere. Hem bi gelê xwe hem jî bi cîhanê bidin nasîn.”












