Enqere – Fîlozofa feminîst Eva Kittay, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Li dinyaya me ku ji demokrasiyê dûr dikeve û şer zêde dibin de bi rastî jî pêwîstiye me bi hewldanên wiha heye.”
Fîlozfa feminîst Eva Kittay, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyameke nivîskî şand û piştgirî da. Eva Kittay, peyama xwe ji DEM Partiyê re şand û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke “nîşaneya rûmeta mirov” pênase kir.
‘Ez piştgiriyê didim’
Peyama Eva Kittayê wiha ye: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, nîşaneya rêzgirtina li hemberî rûmeta mirovahiyê û daxwaza gelê Kurd a bi awayekî aştiyane bikaranîna çand û zimanê xwe ye. Armanca vê bangê, bihêzkirina demokrasî û hêviya aştiyê ye. Li dinyaya me ku ji demokrasiyê dûr dikeve û şer û pevçûn zêde dibin de bi rastî jî pêwîstiye me bi hewldanên wiha heye. Ez jî bi temamî piştgiriyê didim vê seknê.”
Eva Kittay kî ye?
Eva Feder Kittay, di sala 1947’an de li DYA’yê ji dayik bû. Demekê dirêj li Zanîngeha Eyaletê ya New Yorkê û li Stony Brookê (Stony Brook University) profesoriya felsefeyê kir. Bandoreke mezin a Eva Feder Kittay di teoriya exlaqê feminîst, teoriya edaletê bûye. Bi berhemê xwe ya “Love’s Labor: Essays on Women, Equality, and Dependency” re di lîteratura etîka feminîst de bandoreke mezin kir. Kittay, di saziyên weke American Philosophical Association û Society for Disability Studies de jî bi awayekî çalak xebitî û di mijara feminîst û teoriyên etîkê de edîtoriya gelek gotar, pirtûk û nivîsan kir.













