• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şîna şervanên YPGê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Şîna şervanên YPGê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin

    Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin

    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şîna şervanên YPGê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Şîna şervanên YPGê bi girseyî hatin ziyaretkirin

    Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin

    Zubeyde Akmeşe li Munîhê hate girtin

    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Govenda azadî û yekîtiyê li dora agirê Newrozê gerandin

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

    Qoserî bi cilên xwe agirê Newrozê geş kirin û gotin: Bila dewlet berpirsyariya xwe pêk bîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Firat: Sed sal in helwesta dewletê li hemberî Kurdan neguherî ye

Firat Tûnç - Onder Akbulut / AW

17 SIBAT 2025 - 09:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat têkildarî qedexekirina bernameya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî axivî û destnîşan kir ku sed sal in nêzîkatî û helwesta dewletê li hemberî Kurdan neguherî ye û got: “Divê dewlet baş bizanibe ku Şêx Seîdê kal neheqî qebûl nekir û yên niha têdikoşîn jî wê neheqiyê qebûl nekin.”

Bi hezaran sal in gelê Kurd ji bo ku li ser axa xwe, bi ziman, nasname, çanda xwe bijî têkoşiya ye û gelek berdêl dane. Di nav Kurdan de gelek pêşeng derketine ku ji bo doza Kurd û Kurdistanê li dijî serdestan û mêtingeran biparêze û di nav Kurdan de tifaqê çêbikin li ber xwe dan e. Axa Kurdistanê ji dîrokê ve heya roja îroyîn bi gelek şer û serhildanan re rû bi rû maye. Ax û warê Kurdan her çiqasî bi darê zorê hatibin desteserkirin jî lê gelê Kurd li dijî neheqî û zilmê her daîm netewe û axa xwe parastiye û serî hilda ye. Di du sed salên dawî de gelek serhildan çêbûne yek ji wan serhildanan jî Serhildana Şêx Seîd e. Serhildana Şêx Sêîd 13ê Sibata 1925an ji bo maf û doza Kurdistanê dest pê dike. Serhildana Şêx Seîd heta Hezîrana 1925an berdewam dike. 29ê Hezîrana 1925an Şêx Seîd û hevalên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve li Deriyê Çiyê yê Amedê tên darvekirin. Tevî ku sed sal ji ser serhildan û darvekirinê re derbas bûye jî hê jî cenazeyê Şêx Seîd û hevalên wî nehatine dîtin. Her çiqas dem ji ser vê hişmendiya darveker re derbas bibe jî lê îro jî feraseta dewletê li dij Kurdan neguherî ye.

Komeleya Şêx Seîd xwest bi beşdariya nivîskar û dengbêjan “Şeva Bîranîna Lehengên Serhildana Şêx Seîd” roja 13ê Sibatê li ÇandAmedê li dar bixe. Lê walîtiya Amedê bi hinceta “xerakirina pergala cemaweriyê” çalakiya şeva bîranînê qedexe kir.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat têkildarî polîtîkayên înkar û qedexekar ên li ser Kurdan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Hişmendiya dewletê nehatiye guhertin’

Kasim Firat diyar kir ku Komara Tirkiyeyê li ser îmha û înkarkirina Kurdan hatiye avakirin û got: “Dema ku ev Komar hat avakirin bi aweyekî fermî gotin ziman û nasname me jî Tirkî ye. Çiqasî gelê Kurd û Tirk bi hev re jiyabîn jî lê di dema avakirina komarê de gelê Kurd ev yekperestiya Tirkan qebûl nekiriye. Gelê Kurd gotiye zimanê me Kurdî ye û em jî xwedî nasname ne. Ji ber îmha û înkarkirina Tirkiyeyê bi pêşengtiya Şêx Seîd, dî 15ê Sibata 1925an de serhiladan hat destpêkirin. Ji wê rojê ve heta îro di hişmendiya dewleta Tirk de tu tiştek nehatiye guhertin. Her wiha di heman demê de dîsa îmha, înkar û komplo li dijî Kurdan pêk anîne û ev komplo didomin. Şêx Seîd Efendî jî li çar aliyê Kurdistanê ruhê ku wekhevî, edeletî, Kurdistanî derxist holê û lewma dewlet naxwaze ev ruh derkeve pêş.”

‘Divê Kurd tifaqa xwe çêbikin’

Kasim Firat bal kişand ser gotinên kurê Şêx Seîd, Alî Riza yê ku di wê demê de dîplomat bûye û got: “Alî Riza efendî wê demê ji hemû pêşengên Kurdan re gotiye ‘Eger em bixwazin bi ser bikevin, divê em dijminên xwe kêm bikin û xeta xwe bikin yek û heke em wiha tifaqa xwe çênekin em ê pir biwestin’. Dema mirov mêze dike di dîroka Tirkan de komployên li ser Kurdan hatine kirin di roja îroyîn de jî li ser pêşengên Kurdan û yên têkoşînê dikin heman komplo tê meşandin. Îftîra, komplo û îmhakirin ji Kurdan re ferz kirin e. Dibe di nav Kurdan de rengên cuda hebin lê divê Kurd li dijî dijminê xwe yê ku dijminatiyê li ser ziman û nasnameya wan dike bibin yek.”

‘Divê Kurd dîroka xwe baş bizanibin’

Kasim Firat da zanîn ku modela Rojava îro ji bo cîhanê bûye sembolek û divê her çar aliyê Kurdistanê bi yek hişmendiyê rabin û got: “Mesela Kurdan ji bo cîhanê bûye meseleyeke stratejik û li cîhanê meseleyeke hesas e. Hêvî dikim ku hemû siyasetmedar û pêşengên Kurd ji aliyê siberoja civaka Kurd ve bi yekrêziyê rabin. Mîsyona Şêx Seîd jî ji Kurdan vî tiştî dixwaze. Divê dîroka xwe baş bizanibin û li ser vê hişmendiyê xebatên xwe bikin.”

‘Heman hişmendî îro jî berdewam dike’

Kasim Firat da zanîn ku dewlet di dîrokê de çawa li ser pêşengên Kurdan komplo kirin niha jî li ser vîna gelê Wanê komplo dike û şaredariyan desteser dîke û wiha axivî: “Dewletê 13ê Sibatê em dorpêç kirin û nehişt em Şêx Sêîd û rêhevalên wî bi bîr bînin. Heman hişmendî ji dîrokê heta roja me ya îroyîn berdewam dike. Qeyûman tayînî ser vîna gelê Kurd dikin û şaredariyên Kurdan desteser dikin.”

‘Kurd daxwaza aştî û wekheviyê dikin’

Kasim Firat bal kişand li ser tiştên ku dewleta Tirk di dîrokê de li ser gelê Kurd kiriye û da zanîn ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de jî li gorî dîrokê hesab û kîtabê xwe bike û wiha domand: “Divê Kurd vê sedsala dewleta Tirk li ber çavan bigirin û divê dewletê baş nas bikin. Gelê Kurd pirr hat kuştin û ji serê çiyayan bigire heta zindanan gelê Kurd heye û bedelên giran dîde. Gelê Kurd gelek eziyet kişandiye. Lê gelê Kurd dîsa jî ji bo ku siberoja gelên Rojhilata Navîn bi aramî di nav hev de bijîn daxwaza aştiyê û wekheviya bi rûmet dike. Gelê Kurd aştiyeke binpêkirina mafê wan û serî tewandinê naxwaze. Bila dewleta Tirk vê yekê baş bizanibe Şêx Seîdê Kal ev tişt qebûl nekir û îro jî têkoşerên gelê Kurd vê yekê qebûl nakîn.”

‘Dewletê her tim pêşengên Kurdan xerab nîşan dide’

Kasim Firat bi lêv kir ku pergal pêşengên ku ji bo civaka xwe têdikoşin û berxwedanê didin her tim wek “kesên xerab û reş” dide nîşandan û wiha got: “Ev pergal her tim Şêx Seîd wek aligirê Îngîlîzan dide nîşandan. Dewlet ji bo pêşengên Kurdan xerab nîşan bide her derewan û îftiyaran li wan dike. Îro jî dewlet yên ku niha têkoşîna gelê Kurd dimeşînin xerab nîşan dide û reş dike. Dewleta Tirk dewleteke hezar salan e û tu carî lîstokên wan naqedin. Divê civaka Kurd nexape û baş bizanibe ku serhildanên pêşengên Kurdan kirine û hê jî dikin ji bo rûmeta Kurdan hatiye kirin û tê kirin. Di hemû serhildanên Kurdan de fedakarî heye û berdêl hatiye dayîn. Di berxwedana îro tê meşandin de jî em mêze dikin ku dîsa berdêl tên dayîn û hewldaneke mezin heye. Niha li Rojava şer berdewam dike û Rojava ji bo hemû gelan modeleke mînak e. Divê em hemû kes xwedî li berxwedana Rojava derkevin. Di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Kurd pêwîst e û yekitiya gelê Kurd çêbibe wê ev yek siberoja Kurdan jî diyar bike.”

‘Divê Kurd sedsala bihûrî baş şîrove bikin’

Kasim Firat diyar kir ku dewleta Tirk êdî nikare di vê sedsalê de Kurdan tune bihesibîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd wek her miletî xwedan hiqûq û netew e. Gelê Kurd ji ber netew û zimanê xwe hatiye kuştin û tu kes jî nikare Kurdan tune bihesibîne. Em jî wek şopdarên mîsyona ku Şêx Seîd ji bo netewa Kurd dabû destpêkirin aştiyeke bi rûmet û mayînde dixwazin. Tu bi kî re şer dikî divê tu bi wan re aştiyê çêbikî. Niha dewleta Tirk  bi PKKê re şer dike, divê bi PKKê re aştiyê çêbike. Ji bo pirsgirêka Kurd helbet divê naçe bi Hizbûllahê re rûnenê. Divê Kurd li sedsala bihûrî baş binêrin û heke em vê raboriya sedsalî baş şîrove nekin, em ê nikarinbin siberoja xwe jî ava bikin. Heke dewlet ji bo aştiyeke bi rûmet û mayînde ji dil be em jî wek Komeleya Şêx Seîd ji bo siberoja civaka Kurd her tim piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”

 

Etîket: dewletKasim FiratKurdŞêx SeîdTirk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

16 ADAR 2026
Bafil Talabanî: Divê em aramiya gelê xwe biparêzin

Bafil Talabanî: Divê em aramiya gelê xwe biparêzin

16 ADAR 2026

Li Helebê malbatek Kurd hat kuştin

9 ADAR 2026
Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8ê Adarê

Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8ê Adarê

6 ADAR 2026
Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

23 SIBAT 2026
Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyan Hewraman: Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (654)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne