Riha – Yek ji ciwanên enternasyonalîst endama Tora Ciwan Dîrokê Dinivîsin Flora Vitoux ku ji Fransayê tev li meşa ciwanan bû diyar kir ku divê ciwan xwe zêdetir bi rêxistin bikin û wiha got: “Perspektîfa Serok Apo dikare rêyekê nîşanî ciwanan bide.”
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi boneya 76emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” mihrîcana 4ê Nîsanê hate lidarxistin. Mihrîcanê du rojan berdewam kir û bi awayekî bicoş bi dawî bû. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî bi bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Nîsanê de ji Qada Şêx Seîd a Amedê ber bi Amarayê ve meşek dan destpêkirin. Ciwanên ku di 3yê Nîsanê de li Parka 4ê Nîsanê ya qada mihrîcanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin, meşa xwe di 4ê Nîsanê de li Amarayê bi dawî kirin.
Yek ji ciwanên enternasyonalîst endama Tora Ciwan Dîrokê Dinivîsin (Youth Writing History) Flora Vitoux ku ji Fransayê tev li meşa ciwanan bû têkildarî meşê, 4ê Nîsanê, kampanyaya azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û banga wî ya di 27ê Sibatê de hate kirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Piştgiriya gel gelek zêde ye’
Flora Vitoux da zanîn ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Dem Partiyê ve ji bo meşê hate vexwendin û wiha got: “Ewilî beşdarî Newrozê bûm dû re li gel delegasyonê tev li çalakiyên piştî Newrozê bûm. Ji destpêka meşê ji Amedê bi hevalan re dimeşim. Em jî li Ewropayê dimeşin lê meşa li vir a bi hevalan re taybettir bû. Ji bo min gelek balkêş bû ku li Kurdistanê komên cuda cuda bi rêxistin in. Ji bo me bi taybetî tişta cuda ew bû ku hemû gelê li vir çiqas piştgiriyê dide tevger û partiya kurd. Ev yek li Fransayê zêde nîne. Bi rastî jî piştgiriya gel gelek zêde ye.”
‘Pêkanînên li Kurdistanê ji yên Ewropayê cudatir in’
Flora Vitoux qala pêvajoya meşê kir û wiha domand: “Her çiqas behsa pêvajoyekê bê kirin jî em dibînin ku polis çiqas tundiyê li gel dike. Me pêkanînên li gelekî ku li welatekî mêtînger tên kirin dîtin. Li Fransayê jî her tim tundiya polîsan heye. Di çalakiyan de tundiyê li me dikin lê me li Kurdistanê dît ku ev yek çiqas ji Ewropayê cudatir e. Wesayîtên me her tim dihatin sekinandin. Em gelek zehmet gihiştin vir. Gelek zêde kontrol hebûn. Weke hevalên enternasyonalîst me pêkanînên ji Ewropayê cudatir dîtin. Tevî zext û tundiya polîsan me dît ku ciwan bi rêxistinin, ev yek gelek baş bû. Mirov birik bûn û ji bo min gelek baş bû ku me dît em ji polîsan bihêztir in.”
Florayê got ku “Li Fransayê kengî dijberiya netew-dewletê bê axaftin, qala tevgereke serkeftî bê kirin, em her tim du mînakan didin, Zapatîsta û Tevgera Kurd.”
‘Ji bo azadiya Serokatî bibe rojeva Meclisa Ewropayê tev li xebatan dibin’
Flora Vitoux da zanîn ku tev li xebatên kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” ku di Cotmeha 2023yan de li gelek welatan hat destpêkirin jî bûye û wiha pê de çû: “Ez li Ewropayê tev li meşên ji bo azadiya Serokatî hatin lidarxistin bûm. Ji bo ku ev yek li Ewropayê, li Meclisa wê were rojevê tev li xebatan dibin.”
‘Perspektîfa tevgerê û Serok Apo rêyekê nîşanî ciwan dide’
Flora Vitoux bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civakeke Demokratîk” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Belavbûna Tevgera Kurd û paradîgmaya wê ya li Ewropayê gelek girîng e. Li Fransayê di nava ciwanên sosyalîst û çepgir de windabûneke perspektîfê heye. Em qal dikin ku ji sedî 25 ciwan di nava depresyonê de ne. Bi rastî jî perspektîfa tevgerê û Serok Apo dikare rêyekê nîşanî ciwanan bide. Dikare ciwanan ji vê bêperspektîfbûnê xelas bike. Ji ber wê belavbûna paradîgmaya tevgera kurd a li Ewropayê girîng e. Em banga 27ê Sibatê ji çapemeniya Ewropayê hîn bûn. Çapemeniya Ewropayê ev yek weke têkçûna PKKê nişan da. Lê ev ne têkçûneke tevger ji her deme bêhtir xurt e, berovajiyê vê yekê serdemeke nû dest pê dike. Gelek destkeftiyên tevgerê hene. Civak jî pêvajo jî tê guhertin. Em niha vê pêvajoya cuda nîqaş dikin.
Divê zextên welatên Ewropayê bidomin
Serokatî di 27ê Sibatê de gaveke gelek girîng avêt, tevgerê jî li gorî vê gav avêtin. Em niha dibînin ku dewleta Tirk ji vê yekê re ne amade ye. Hêj tu gav neavêtine. Di vir de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê tevgerên li Ewropayê jî. Divê zextên welatên Ewropayê û welatên din ên li ser Tirkiyeyê berdewam bikin. Divê ev bi awayekî xurttir bên rêxistinkirin. Li gelek deverên cîhanê rastgirî zêde dibe. Li Ewropayê jî demokrasiyeke rast nîne. Lê divê xurtkirina rêxistinkirinê bê zêdekirin.”
‘Pêşiya vê tevgerê nikare were girtin’
Flora Vitoux hestên xwe yên di dema meşê qada mihrîcana 4ê Nîsanê de wiha vegotin: “Ev der jî di nav de hemû bajêr û noxteyên ku meş gihiştê ji pêşwazîkirina gel gelek bandor bûm. Her tim gelek mirov dihatin bahev û enerjî û hêzeke gelek zêde derdiket holê. Dema ez li Ewropayê carna gelek zû hêviya xwe winda dikim. Lê dema hatim vir çavdêriya min a herî zelal bû ew ku pêşiya tevgerê nikare were girtin. Ji ber ku tevî evqas polis û astengiyan xwedîderketina gel zêde bû. Min ji vê enerjiyê hêzeke zêde girt û jê bihêvî bûm. Teqez ev tevger nikare were rawestandin.”
‘Divê em bi berpirsyartiyê zêdetir xwe bi rêxistin bikin’
Flora Vitoux destnîşan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşînek bê dayîn û wiha bi lêv kir: “Weke ku duh Serokatî di peyama xwe ya ji bo ciwanan de jî anî ziman ev pirsgirêkeke têkildarî xwe bi rêxistinkirinê ye. Ji her deme bêhtir berpirsyarî dikeve ser milê me. Divê em zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Divê ciwan bi hêza xwe bawer bin. Ji ber ku em hêza xwe çiqas xurt bikin, her kes derkeve kolanan tu kes nikare pêşiyê li me bigire. Em vê yekê di dîroka tevgerê de jî dibînin. Tevger çawa heta van rojan hatiye. Di sala 1995an de Serokatî dibêje ji her netewekê kesek derkeve serê çiyan gelek tişt dê bên guhertin. Niha ji her netewê bi sedan kes çûne serê çiyan. Ji ber wê gelek tişt hatin guhertin. Divê em bi vê berpirsyartiyê zêdetir xwe bi rêxistin bikin.”
‘Ez ê têkoşîna xwe ya birêxistinî bidomînim’
Flora Vitoux axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema vegeriyam Fransayê bi tecrubeya vir ez ê têkoşîna xwe ya birêxistinî bidomînim. Li Fransayê jî gelek kurdên polîtîk ên penaber hene. Li wir jî têkoşîneke li dijî bişaftinê heye, kampanyayên ji bo azadiya fizîkî ya Serokatî tên birêvebirin hene. Ez ê bi tecrubeya xwe ya li vir zêdetir bixebitim û berpirsyartiya xwe ya rêxistinkirinê bi cih bînim. Divê em di ferqê de bin ku li Ewropayê faşizm bi paş ve tê. Ji bo vê jî amûra herî xurt a di destê me de paradîgmaya heyî ye. Ji ber vê yekê divê em vê paradîgmayê li dijî faşîzmê bikarbînin.”