• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Dîmenên nû yên ku malbatên DAIŞê ji kampa Holê direvin hatin weşandin

    Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

    Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

    Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

    Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

    Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

    Otomatik taslak

    ‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Foza Yûsif: Divê em parastinê xurt bikin

Navenda Nûçeyan / AW

1 KANÛN 2024 - 10:51
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Desteya Serokatiyê ya PYDê Foza Yûsif anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn şerê mêtingeran e û wiha got: “Yekane rêya rizgariya ji vê kaosê; rêxistinî û amadekariya ji bo şerê gel ê şoreşgerî ye. Divê em parastina xwe xurt bikin.”

Şerê navbera Hamas-Îsraîlê û Îsraîl-Lubnanê bandoreke mezin li ser herêma Rojhilata Navîn dike. Di heman demê de êrîşên Îsraîlê li ser baregehên hêzên çekdar ên girêdayî dewleta Îranê yên li ser axa Sûriyeyê jî didome. Îsraîl gelek caran êrîşî paytexta Sûriyeyê Şamê jî dike. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYDê Foza Yûsif geşedanên li herêmê pêş dikevin û xebatên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên siyasî, dîplomatîk û parastinê ji nûçegîhanê Rojnameya Ronahî Argeş Vîyan re nirxand.
Foza Yûsif anî ziman ku dewletên hegemon û desthiladar, navenda şerê cîhanê wek herêma Rojhilata Navîn hilbijartin e, li gorî berjewendiyên xwe dimeşînin û got: “Îro li seranserê cîhanê şerekî mezin diqewime. Ev alozî û gengeşiya li holê herî zêde bandorê li Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn 200 sal in bûye navenda şerên desthiladarî û berjewendiyan. Di nav herêma Rojhilata Navîn de wek her çar beşên Kurdistanê jî şerekî mezin diqewime. Li Sûriyeyê giştî û bi taybet jî li Rojava nêzî 14 sal in şerekî mezin heye. Ji bo wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zanebûn hatiye hilbijartin. Heya di wê herêmê de çareseriyek siyasî, danûstandinên di asta ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê bingeh digire neyên kirin, em nikarin qala çareseriyeke domdar bikin. Pirsgirêkên ewlekariyê zêde bûne. Ev şerê ku li Libnanê dimeşe û êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dide diyarkirin ku wê bandora xwe li ser axa Sûriyeyê jî bike. Mirov dikare vê yekê bêje ku hêzên hegemon û mêtinger Sûriye kirine xeta agir. Rojavayê Kurdistanê jî, di nava agir de cîh digire, Sûriye wek welatên cîran nêzî sînorên Tirkiyê û Iraqê ye. Her du welat jî her tim di milê leşkerî de û di heman demê de jî desthilatiyên ku wan welatan birêve dibin siyasetên xwe yên li hemberî gelê Kurd dûrî rêyên çareseriyê ne. Dewleta Tirk siyaseta xwe ya heyî, her tim di aliyê şer û aloziyan de bi kar tîne. Gefên ku Tirkiye dixwe, êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, pêwîste em wek gel û tevger ji bo şerê giran xwe amade bikin. Hin aliyên dewletên hegemon û mêtînger di ragihandinên xwe de, amadekariyên hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin mijara nîqaşê. Kesên ku wî tiştî dibêjin xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabînin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava jî diparêzin. Eger ku em hez dikin aştiyeke mayinde pêk were, pêwîste em xwe ji bo şer jî amade bikin. Ji ber wê yekê pêwîste ku em parastina xwe xurt bikin.”

‘Ji bo parastinê hêza me ya parastinê amade ye’

Foza Yûsif bal kişand ser hîma xweparastinê û wiha axivî: “Wek hêzên me yên ewlehî û parastinê QSD, YPJ û HPCê jî, li hemberî êrîşeke gengaz a dagirkeriya Tirk li ser gelên heremê her tim di nava amedekariyê de ne. Raste liv û tevgerek heye, lê pêwîste ev yek bê xurtkirin. Divê gelê me bi giştî piştgiriyê bide zarokên xwe yên ku di çeperên şer de ne. Ji ber vê yekê pêwîste ku civak û gelê me wek her tim berxwedana kiriye di vê pêvajoyê de jî li kêleka hêzên xwe yên parastinê cih bigre û welatê xwe bi hev re biparêze. Pêwîste hemû welatiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin xwe weke şervanekî/e azadiyê bibîne û li ser vê bingehê erka xwe pêk bîne: Ji ber ku parastina rewa mafekî xwezayî ye. Êdî her welatek xwediyê hêzên parastinê û ewlehiyê ne. Em jî wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji şerê li herêma me diqewime ezmûn girt û em dikarin li hemberî her êrîş û tundiya ku li hemberî me tê meşandin xwe biparêzin. Ev jî bi saya felsefeya Rêber Apo ya yekîtiya gelên bindest e. Ev vîna gelê Rojava çeteyên DAIŞê şikandin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin. Tevger û hêzên me bi şêwazekî pispor li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Pêwîste civaka me bi ruhê avakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hêzên xwe yên ewlekariyê cih bigirin û xebatên parastinê bimeşînin.”

‘Şerê li herêmê ji bo berjewendiyên dewletan e’

Foza Yûsif destnîşan kir ku ev şerê ku tê meşandin şerê desthilatiya hêzên hegemon e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsraîl hewl dide şerê xwe yê li hemberî Hîzbûllahê derbasî Sûriyeyê jî bike. Îran jî ji aliyekî ve bi zêdekirina hêzên çekdar ên girêdayî xwe li Sûriyeyê hewl dide ku nakokiyan kûrtir bike. Di demeke beriya niha de Îranê li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên li Hesekê êrîş pêk anî. Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabin alîgirê ti kesî, ji ber ku ev şer ne di berjewendiyên gel de ye. Ev şerê ku niha dimeşe, tenê berjewendiyên dewletên dagirker bingeh digire. Lê dema ku şer li herêmê gur bû, em jî di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî û parastina civakî de xwe biparêzin û berjewendiyên gelê me ji beriya hemû tiştî ye. Di vê mijarê de wek xebatkar û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta me zelal e. Metirsiyek wiha jî heye li holê, dibe ku dewleta Tirk a dagirker ji aloziyên ku hene sûd werbigire û êrîşekê li ser heremê pêk bîne. Ji ber gefên ku tên xwarin û êrîşên ku tên kirin di wê çarçoveyê de ne.”

‘Tirkiye hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî dagir bike’

Foza Yûsif herî dawî bal kişand ser armanca dewleta Tirk û wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku aloziyên herêmê li gorî berjewendîyên xwe bi kar bîne û hewl dide çawa ku Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kir, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Eger ev alozî zêdetir bibin di her alî de wê bandora xwe li ser herêmên rizgarkirî jî bike. Ji ber vê yekê, welatiyên ku li bajarên Sûriyeyê yên di bin desthiladariya Hikûmeta Şamê de cih digire dimînin, wê bixwazin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Ji bo ku bandora aloziyan li herêmên me jî nekin pêwîste ku çareseriyekî sîyasî û yekîtiya gelên herêmê pêk were. Helwesta Rêveberiya xweser ji bo çareseriyê gelekî girîng û watedar e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser di yekîtiya Sûriyeyê de xwedî xebateke girîng e. Her carê Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku ji bo çareserî û guftugoyê amade ye. Lê hikûmeta Şamê xwe nêzî wan nîqaşan nake û bê bersiv dihêle. Em li vir dîsa wê peyamê ji bo aliyên peywendîdar dubare dikim û em wek gelên herêmê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî hemû êrişên siberojê yên ku biqewimin li ber xwe bidin.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêdewleta TirkFoza YûsifÎranÎsraîlLubnanPYD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Meclîsa Portekîzê pejirandina biryara Rojava tê çi wateyê?

Li Meclîsa Portekîzê pejirandina biryara Rojava tê çi wateyê?

14 SIBAT 2026
Rêveberiya Xweser serdana Germiyanê kir

Rêveberiya Xweser serdana Germiyanê kir

14 SIBAT 2026
Hevdîtina Trump û Netanyahu dê çiqas Îranê rawestîne?

Hevdîtina Trump û Netanyahu dê çiqas Îranê rawestîne?

13 SIBAT 2026
Kalkan: Xoverdayîşê Rojava newe ra dinya ser o tesîrdar bî

Kalkan: Ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk pêk neyê talûke mezin e

12 SIBAT 2026
Li Îran û Rojhilat bilançoya giran: Nêzî 7 hezar kes hatin qetilkirin

Li Îran û Rojhilat bilançoya giran: Nêzî 7 hezar kes hatin qetilkirin

11 SIBAT 2026
Îsraîlê li Quneytrayê bendên kontrolê danîn

Îsraîlê li Quneytrayê bendên kontrolê danîn

10 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (546)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne