Wezîrê berê yê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyn diyar kir ku 19 namzetên postê Serokkomariya Iraqê hene û got: “Heta niha aliyên Kurd li ser namzetekî-e diyar ê postê serokkomariyê nebûne yek.”
Namzetê PDKê yê postê serokkomariya Iraqê û wezîrê berê yê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyn di daxuyaniya çapemeniyê de axivî. Fuad Huseyn diyar kir ku 19 namzetên postê Serokkomariya Iraqê hene û got: “Heta niha di nav aliyên Kurd de li ser namzetek diyar yê postê serokkomariyê lihevkirin çênebûye. Hîna danustandinên di navbera aliyên peywendîdar de ji bo çareserkirina rewşê berdewamin.”
Hêjayî gotinêye ku Parlamentoya Iraqê 27ê Çileyê li ser hilbijartina serokkomarê nû kom dibe.













