Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê dimînin, bi rêya malbatên xwe anîn ziman ku rayedarên girtîgehê û gardiyan girtiyan tahrîk dikin û zextên li dijî girtiyan zêde kirine.
Zext û tundiya li ser girtiyên siyasî berdewam dike. Girtiyên ku divê serbest bêne berdan jî nayên berdan. Gelek girtiyên nexweş ku nikarin di şert û mercên girtîgehê de bimînin jî nayên berdan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehirê jî zextên li ser girtiyan didomin. Girtiyên li Girtîgeha Kirşehirê bi rêya malbatên xwe anîn ziman ku gardiyan wan tahrîk dikin û gelek mafên wan ên jiyanî têne binpêkirin.
Îşkenceyê li girtiyan dikin
Girtîyan anîn ziman ku gelek caran zextên li girtîgehê tên kirin bi rêya malbatê û parêzeran anîne rojevê, lê ev zext dubare dibin. Girtiyan dan zanîn ku piştî pêvajoyê jî li ser girtiyan zilm û zext zêde bûye. Girtiyan bi rêya parêz û malbatan ev pirsgirêk anîn ziman: “Li ser girtiyê sîyasî dixwazin pêvajoyê xira bikin. Rêveberiya girtîgehê bi tevgerên xwe yê faşîzan girtiya provoke dike. Piştî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin jî zextên li ser girtiyên sîyasi berdewam dikin û her roj zêde dibe. Îşkenceya fîzîkî li girtiyan dikin. Di meha dawi de bi taybetî piştî komîsyon hat avakirin li vir zext û zordarî pir zêdê bûne. Di serî de îdareya zindanê êrişên xwe zêde kirine. Li gorî çavderiyên me tevgerên wan li dijî pêvajoyê ne. Dixwazin provakasyona çêkin. Her dem amade ne erişê bikin. Personelên girtîgehê wêneyên gur li ser milê xwe dizeliqînin. Ev kiryar ne rast e.”
Girtiyan anîn ziman ku hevalên wan bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin û ev tişt gotin: “Hevalê me Mazlum Çag li ser diyafonê tiştekî dipirse, gardiyan jê re gotinên nebaş dibêje. Dema hevalên me Mahsûn Çetînkaya û Murat Kaya li korîdorê ne, Midûrê yekemîn Alîcan gefan li wan dixwe. Hevalên me yên li dijî kamerayê derdikevin, wan davêjin hucreya yek kesî. Li vir girtiyên bêalî hene. Dixwazin me jî bişînin korîdora wan.”
Dê mafê xwe biparêzin
Girtiyan destnîşan kirin ku wan ev pirsgrêk bi parêzer, rêveberên ÎHD û parlementerê DEM Partiyê Alî Bozan re jî parve kirine û wiha bi dawî kirin. “Me ev pirsgirêk bi rêya daxwaznameyan ji CÎMERê, Komîsyona Çavderiyê ya Girtîgehan a Meclîsê û Wezareta Dadê re jî şandiye. Wezareta Dadê vê meseleyê dizane, lê mudaxale nake. Em dibêjin bi diyalogan meseleyê çareser bikin. Lê hevdîtinê çênakin û qut dikin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Em ê mafên xwe yên hiqûqî biparêzin.”