Amed – Hat zanîn ku girtiyê bi navê Yûnûs Ozak ê li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin, ji bo rawesta amadeyî qebûl nekiriye, 10 gardiyanan êrişî wî kirine û damara destê wî qetandine.
Yûnûs Ozak di sala 2016an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat girtin û cezayê hepsê yê muebeda giran lê hate birîn.Yûnûs Ozak ku 6 salan li Girtîgeha Amedê hate ragirtin, piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê hate kirin. Yûnûs Ozak ê ku 3 sal in li Girtîgeha Kirşehîrê tê ragirtin, telefonî malbata xwe kir û zext û tundiya ku li wî hatiye kirin vegot. Birayê Yûnûs Ozak, Mehmet Ozak têkildarî rewşa birayê xwe ji ajansa me re axivî û got: “Rêveberiya girtîgehê ji gelê Kurd aciz e. Ji bona wê van zextan pêk tîne.”
‘Piştî Yûnûs birin Girtîgeha Kirşehîrê zext li ser wî zêde bûn’
Mehmet Ozak diyar kir ku birayê wî Yûnûs Ozak di sala 2016an de li navçeya Sûrê hat girtin û wiha got: “Dema Yûnûs hat girtin li ser wî tu tiştek derneket. Tu delîlên şênber tune bûn. Lê dîsa jî hat girtin. Birayê min di dadgehê de xwest parastina xwe bi Kurdî bike. Lê dozgerî destûr neda wî û dadgehê jî cezayê muebeda giran lê birî. Nêzî 6 salan di Girtîgeha Amedê de ma. Paşê jî birayê min şandin Girtîgeha Kirşehîrê. Piştî Yûnûs birin Girtîgeha Kirşehîrê zext û zordarî li ser wî zêde bûn.”
‘Damara destê wî qetandine’
Mehmet Ozak anî ziman ku birayê wî bi rêya telefonê zextên li wî tên kirin vegotine û wiha axivî: “Her roj gardiyan diçin hucreya birayê min û lêgerînê dikin. Gardiyan dest deynin li ser name û amûrên Yûnûs. 3 sal in ev lêgerîn bi heman awayî didomin. Birayê min xwestiye bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê pêk bîne. Beriya 15 rojan midûrê girtîgehê gazî birayê min kiriye. Birayê min diçe hevdîtinê. Di hevdîtinê de gardiyan ji birayê min re gotine ‘rabe û di rawesta amadeyî de bisekine.’ Birayê min jî ev tişte qebûl nekiriye. 10 gardiyanan êrişê birayê min kirine û demara destê wî qetandine. Dema birayê min dibin nexweşxaneyê jê re dibêjin ‘bi kelemçe tedawî bibe’. Birayê min ev yek qebûl nekiriye û ew bêyî tedawî bibe vegerandine girtîgehê. Ev 15 roj in, damara destê wî qetandiye lê em nizanin rewşa birayê min niha çawa ye? Em her roj li girtîgehê digerin lê bersivê nadin me.”

‘Em naxwazin li girtiyan zilm bê kirin’
Mehmet Ozak destnîşan kir ku girtiyekî anîne qawişa kêleka birayê wî, her roj dijûnan li Kurdan dike û got: “Ew girtî ji sibehê heta şevê dijûnan li gelê Kurd dike. Ev tundiya psîkolojîk e. Rêveberiya girtîgehê jî ji gelê Kurd aciz e. Ji bona wê van zextan pêk tîne. Tundiya fizikî û psîkolojîk pêk tîne. Dewlet dibêje pêvajo heye. Lê li aliyê din jî zextên li ser girtiyan zêde dike. Heke dewlet tiştek bibêje divê li ser gotina xwe jî bisekinê. Lê em dibînin ku hê jî zilmê dike. Em naxwazin zilm li girtiyên siyasî bê kirin.”










