Amed – Bi hezaran welatiyên Amedê ji bo beşdarî konsera Koma Amed bibe bixe, diherikin qada konserê ya Parka Newrozê.
Beriya konsera Koma Amed dest pê bike, bi hezaran welatiyên Amedê li tenişta parka Newrozê kom bûn û diherikin qada konserê. Endamên Koma Amed, piştî 30 salan di 23ê cotmehê de hatin Amedê. Konsera dîrokî ya Koma Amed bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê û Sanatça Organîzasyon dê di kêliyên pêş de dest pê bike.
Beriya konser dest pê bike gel li dora Parka Newrozê kom bûn û diherinkin qada konserê. Welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirin li benda destpêkirina konserê ya li Qada Newrozê ne.
Bi sedan welatî, ji bo beşdarî konsera Koma Amed bibin, ji gelek bajarên dervê Amedê hatin û li benda konserê ne.
Konser dê saet di 18.00an de dest pê bike. Girseya ku beşdarî konserê bibe her ku diçe zêde dibe.














