Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel ji bo tev li mîhrîcana Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe diherikê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê. Gel di seatên sibe de li ber parqa 4ê Nîsanê ku mîhrîcan bê li darxistin û li navçeya DEM Partiyê kom dibe.
Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Rojên Amara tekildarî 77 salî ya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê îro li navçeya Parqa 4ê Nîsanê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê mîhrîcaneke li dar dixe. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di seatên sibe de bi hezaran kes ji bo pîroz kirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gehiştin Xelfetiyê. Girsê li ber avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Xelfetî û Parqa 4ê Nîsanê kom bûn. Her wiha li kolanên Xelfetiyê jî girse kom bi kom li benda destpêkirina pîrozbahiyên Mîhrîcanê ne.
Girsê bi berzkirina dirûşmeya, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” û gerandina govendê li benda destpêka bernameya mîhrîcanê ye. Girseya bi otobusan bajarên cuda cuda digehejin Xelfetiyê, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berzkirina dirûşmeyan tên Parqa 4ê Nîsanê a ku dê bername lê bên lidarxistin.













