• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

    Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelawêj Ewrîn: Îsal dê bibe sala mîsogeriya azadiya gelên Îranê

Fexredîn Kiliç / AW

8 ÇILE 2026 - 10:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Rojnameger Gelawêj Ewrîn têkildarî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê axivî diyar kir ku jin, ciwan û tevahiya gelên Îranê ji bo bidestxistina azadiya xwe amade ne canê xwe jî feda bikin û got: “Bê tirs û du dilî berê xwe didin kolanan. Ji bo wê jî sala 2026an dê bibe sala mîsogeriya azadiya gelên Îranê.”

Xwepêşandanên ku li Çarşiya Tehranê ya Îranê ji ber krîza aborî dest pê kirin û li bajarên din ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn, 12 roj in didomin. Di van xwepêşandanan de ku veguherî xwepêşandanên li dijî polîtîkayên tepeserkirinê yên rejîmê, bi dehan kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin kuştin û bi sedan kes jî hatin birîndarkirin û binçavkirin. Berxwedana gelên Îranê bênavber didome. Rojnameger Gelawêj Ewrîn têkildarî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ajansa me re axivî.

Gelawêj Ewrîn da zanîn ku serhildan li seranserî Îran û Rojhilatê belav bûne û wiha got: “Bi giştî 33 welatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê bi taybet bajarê Îlamê ne. Bi dehan kes birîndar in û bi hezaran kes hatine girtin. Çarenûsa gelek girtiyan ne diyare. Hêzên dewletê êrişî du nexweşxaneyên Avdanan a Îlamê û nexweşxaneya Sîna ya Tehranê kirin. Bi darê zorê hinek birîndar bi xwe re birin. Ev êrişa hovane rastî berteka gel hat û gel li ber xwe da.”

‘Gel heta serê sibê li kolanên xwe nobetê digire’

Gelawêj Ewrîn bi bîr xist ku navenda serhildanên “Jin jiyan azadiyê” bi taybet Îlam û Kirmanşah bûn û wiha berdewam kir: “Di roja 10emîn a xwepêşandanan de xelkê bajarokên Avdanan û Melekşahî ku bi rojan di nava berxwedaniyê de bûn, li beramberî êrişên dewleta Îranê mafê xwe yê parastinê bikar anîn. Êrişên rejîmê bi berxwedaniyek mezin şikandin. Hêzên rejîmê neçar man xwe ji gelek taxan bi paş ve bikişînin. Di halê hazir de hêzên dewletê nikarin bikevin ti taxeke bajarên Avdanan û Melekşahî. Rejîm car bi car bi êrişên cuda dixwaze vê berxwedaniyê bişkîne û komkujiyan bike. Gelek ji hêzên ewlekariyê jî di nava qereqol û saziyên dewletê de ji tirsa dernakevin û ketine pozisyona parastinê. Bi taybet bi destpêkirina şevê re hêzên rejîmê dixwaze hêza gel bişkîne lê heta niha nekariye. Ne tenê li van her du bajarokan li navenda Îlamê jî berxwedaniyek mezin heye û gel heta serê sibê mirov dikare bêje li kolanên xwe nobetê digirin.”

Li gelek bajarên Rojhilat û Îranê berxwedan berdewam dikin

Gelawêj Ewrîn da zanîn ku gel hewl dide bi rêbazên cuda kolanên xwe biparêze û wiha domand: “Hêzên rejîmê di rewşa heyî de xwe bi paş ve kişandine. Amadekariyên ji bo êrişan hene. Li bajarên din ên Îlamê jî berxwedana gel heye û berdewam dike. Li gelek bajarên Îranê jî rewşek wiha heye ku derengiya şevê êdî kolan di destê xelkê de ye. Gelek baregehên leşkerî, qereqol û avahiyên walitiyan li piraniya bajaran tên şewitandin. Heta serê sibê li kolanên Îlam, Kirmaşan, Tehran, Şîraz, Meşhed û gelek bajarên din di navbera hêzên dewlet û xelkê de şer diqewime. Her şev jî bajarên nû li ser zêde dibin. Jixwe di dîmenan de jî xûya dikin ku piranî di wexta şevê de gel li kolanan li ber xwe didin. Li gor agahiyên çavkaniyên me yên ji Rojhilatê Kurdistanê ev du roj in li ser Îlam û Kirmaşanê her wiha sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de tevgerek hewayî ya kobra û skorskiyan jî heye. Ev tevgera hewayî ya dewleta Îranê dibe ji bo tirsandinê xelkê jî be. Lê ber bi Kurdistanê ve sewqiyateke leşkerî ya zêde jî heye. Egera anîna hinek hêzên girêdayî Îranê ji Iraqê jî wek agahiyekê heye lê hêj nehatiye piştrastkirin. Xetereya êriş û komkujiyan bi taybet ji bo Rojhilatê Kurdistanê heye.”

‘Bazarî û xwendekarên zanîngehan di şoreşan de her tim bi rola pêşeng rabûne’

Ewrîn Gelawêj anî ziman ku nêzîkatiya Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî xelkê Belûcan weke gelê Kurd e û wiha got: “Xelkê Belûc jî her tim weke Kurdistanê bi liv û tevgereke biçûk hema tê tepeserkirin. Dewlet bi hincetên cûr bi cûr her tim dixwaze Belûcistanê milîtarîze bike û gelek caran xelkê Belûc bi komkujiyan re derbas bûne. Niha dîsa rewşa Belûcistanê aloz e. Gelek birîndar û girtî hene. Wek bajarên din ên berxwedêr rewşa awarte li Belûcistanê jî hatiye ragihandin. Ji ber sînorê Belûcistanê bi Pakistanê re heye û her tim bi behaneyên ku tevgera Cundul-Îslam li ser wan sînoran heye, xelkê sivîl rast e rast dibin hedefa hêzên Îranê. Jixwe dema xwepêşandanan di 28ê Kanûnê de dest pê kirin, bi nerazîbûna bazarî û esnafên bajarê Tehranê dest pê kir. Jinan, ciwanan û tevahiya Tehranê bazarî bi tenê nehiştin. Li Tehranê bazarî û xwendevanên zanîngehan di şoreşan de her tim rola pêşeng lîstine. Niha jî heman rol dane ser milê xwe û her şev çalakiyên li paytext Tehranê berfirehtir, dewlemendtir û bi girseyîtir dibe.”

Gelawêj Ewrîn bi lêv kir ku jin çalakî û xwepêşandanan weke berdewama şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ dibînin û careke din pêşengtiyê dikin û wiha got: “Yên ku herî zêde niha li kolanan pêşengiya şerê kolanan bi rejîmê re dikin dîsa jin in. Jin rengê çalakiyan jî diguherînin. Tevlîbûna jinan dibe sedem ku tevahiya civakê li pey wan bimeşin û bi bajar yan jî beşek civakê re sînordar nemîne.”

‘Helwesta partiyên Kurd dê bandoreke erênî li serhildanan bike’

Gelawêj Ewrîn peymana ku 7 partiyên Kurd ên Rojhilat di nava xwe de çêkirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê di demek wiha de xwedî helwesteke erênî û hevbeş in. Her wiha ji bo îro roja pêncşemê jî bangawazî hat kirin ku gel li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî bikin. Çav li rê ye ku bi taybet li bajarên Kurdistanê greva giştî dest pê bike. Lê rewş êdî tenê bi grevan re jî sînordar nemaye. Her kêlî guhertin çêdibin û helwesta gel radîkaltir jî dibe. Ango ji grevan wêdetir êdî gel kolanên xwe bi cih nahêlin û dixwazin hêzên rejîmê ji bajarên xwe derxînin. Çalakî jî piranî bi vê mebestê pêk tên. Armanc jî ew e ku çalakî tenê di çend bajaran de bi sînor nemîne û her kes xwedî li hevdû derbikevin, ji bo wê jî yekbûna helwesta partiyan wê bandoreke erênî li ser rêveçûna serhildanan bike.”

‘Ji bo bidestxistina azadiya xwe amade ne canê xwe jî feda bikin’

Gelawêj Ewrîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dirûşmeyên serhildanan nîşan dide ku gel êdî rejîma heyî naxwaze. Di hemû dirûşmeyan de peyva Azadî herî zêde tê bihîstin. Ev yek nîşan dide ku jin, ciwan û tevahiya gelên Îranî çiqas têhniyê azadiyê ne. Ji bo bidestxistina azadiya xwe amade ne canê xwe jî feda bikin. Bê tirs û du dilî berê xwe didin kolanan. Ji bo wê jî mîsogere ku wê sala 2026an bibe sala azadiya gelên îranî ji zilm û zordariyê. Buhara 2026an buhara pêkhatina hêviyên gelên îranî ye û ya em dibînin meşa bi lez û bi israr a ber bi wê ve ye.”

Etîket: çalakiyên Rojhilatê KurdistanêRejîma ÎranêRojhilatê Kurdistanêrojnameger Gelawêj EwrînXwepêşandanên li Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zanîngehên Îranê sloganên ‘Basîj DAIŞ e’

Li Zanîngehên Îranê sloganên ‘Basîj DAIŞ e’

24 SIBAT 2026
Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

24 SIBAT 2026
Girtiyê Kurd li Girtîgeha Tehranê di greva birçîbûnê de ye

Girtiyê Kurd li Girtîgeha Tehranê di greva birçîbûnê de ye

24 SIBAT 2026
Xwepêşandanên xwendevanên Rojhilat û Îranê didomin

Xwepêşandanên xwendevanên Rojhilat û Îranê didomin

23 SIBAT 2026
Civîna Amerîka û Îranê ya li Cenevreyê dest pê kir

Civîna Amerîka û Îranê ya li Cenevreyê dest pê kir

17 SIBAT 2026
Trump: Ez ê nerasterast beşdarî civîna Cenevreyê bibim

Trump: Ez ê nerasterast beşdarî civîna Cenevreyê bibim

17 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Têkoşîna dijwar û muzakereyên bênavber – 1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçeli: Divê statûya Îmraliyê bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li PEyê dê civîna bi sernavê ‘Kurd û Tirkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (893)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne