Şirnex– Gelê Botanê ji bo meşa li dij talana xwezayê li Qada Cûmhûriyetê kom dibe.
Di nav de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên DBPê yên Giştî Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Tîtîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, gelek parlementerên DEM Partiyê, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajarên Amed, Sêrt, Mêrdîn, Riha, Êlih û Şirnexê, endamên tevgerên ekolojiyê yên herêmê û bi sedan kes li Qada Cûmhûriyetê kom dibin.
Meşa li dij talana xwezayê dê di saetên pêş de destpê bike.