Gelê Eyn Îsayê û koçberên ji Girê Spî li dijî koçberkirina şêniyên kontona Efrîn-Şehbayê meşiyan û piştgirî da HSDê
Koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê bi meşeke girseyî li bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê çalakî pêk anîn. Bi sedan welatiyên ji Eyn Îsayê û koçberên ji bajarê Girê Spî ji Çerxerêya Polîsên Leşkerî dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên “Em ê bi berxwedana gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriyê têk bibin” vekirin û alên HSD û Kongra Star hildan. Meş li Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li naverasta bajar sekinî û axaftin hatin kirin. Hevserokê nivîsgeha PYD’yê ya Eyn Îsayê Hezaî Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehba ya cara duyemîn piştî 2018an, şermezar kir. Hezaî Mihemed da zanîn ku Tirkiye bi êriş û koçberkirinê dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne û Sûriyê û Iraqê îlhaq bike. Hezaî Mihemed anî ziman ku gelên herêmê li dijî êrişên mêtingeriyê yên dewleta Tirk piştgiriyê didin HSDê.
Rêvebera rêxistina Kongra Star a bajarê Eyn Îsa Letîfa El Dehiş êrişên li ser herêmên Efrîn û Şehbayê û koçberkirina bi hezaran niştecihên wê şermezar kirin û got: “Heta herêmên dagirkirî ji Tirkiyeyê û çeteyên wê rizgar bibin dê li ber xwe bidin. Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana HSDê” bi dawî bû.