Heleb – Di rojên dawî de şerê di navbera artêşa Şamê û çeteyên Heyet Tahrîr El Şam de zede bûye. Di şer de bi sedan kes hatin kuştin. Her ku diçe li Helebê belav dibe. Şêniyên taxên girêdayî hikûmeta Şamê ji ber şer berê xwe didin taxên kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” li taxên Helebê bi cih bûn û şerê li dijî artêşa Şamê zêde kirin. Di rojên dawî de topbarana bêserûber dikin. Şêniyên taxên girêdayî hikumeta Şamê yên bajarê Helebê, ji ber şerê ku dijwar dibe, berê xwe didin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Rêbendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şêniyên ku piraniya wan ji taxên Hemdaniye, Furqan û Heleb El Cedîde ne, pêşwazî dikin. Yek ji koçberan ji nûçegihana ANHAyê re axivî, diyar kir ku leşkerên hêzên Şamê li hemberî pêşketina çeteyan, enişên şer terk dikin û paşve vedikişiyan. Tevgera koçberiya ber bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve, piştî topbarankirina derdora zanîngeha Helebê ku di encamê de 4 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest da, zêdetir bû.