Şerê DYA, Îsraîl û Îranê di roja 7emîn de berdewam dike. Kurdên Rojhilatî yên li Bakur derbasî Rojhilat dibin. Îranî li Tehran û Tebrîzê koçî Tirkiyeyê dikin.
Şerê DYA, Îsraîl û Îranê di roja 7emîn de berdewam dike. DYA û Îsraîl baregehên leşkerî, qereqolên polîsan, avahiyên fermî yên Îranê bi dijwarî bmbebaran dike. Di heman demê de Îran jî êrişên li ser baregehên leşkerî yên DYAyê yên li welatên Rojhilata Navîn didomîn e. Îran di heman demê de li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi dronan êrişî partiyên Kurdan jî dike. Gelê Îranê yên li van êrişan bi bandor dibin û di nav tirs û fikara pêşerojê de ne taybetî li bajarên wek Tehran û Tebrîzê koç dikin. Bi taybetî welatiyên ku him hemwelatiyên Îranê ne him jî hemwelatiyên welatekî din in koçî Tirkiyeyê dikin.
Herî zêde li Tehran û Tebrîzê koç dikin
Li deriyê sinor yê Kopikoy yê li navçeya Seravê ya Wanê îro tevgereke mirovî ya ji rojên dîtir zêdetir hebû. Gelek Îranî li bajarên Tehran,Tebrîz û Salmasê derbasî Tirkiyeyê bûn. Welatiyên ku li deriyê sînor yê Kapikoyê derbasî Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dibûn diyar kirin ku rewş xerab e, li seranserê Îranê êriş berdewam dikin. Her çiqas rasterast sivîl nebin hdef jî lê ji ber êrişan sivîl jî bandor dibin. Ji ber vê jî di nav gel de tirs û fikar hene.
Rojhilatiyên li Bakur xizmên xwe meraq dikin
Li aliyê din welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn jî derbasî welatê xwe dibin. Bi taybetî welatiyên Kurd yên ku li Hatay û Stenbolê di karê înşeatan de dixebitin îro qefle bi qefle ji deriyê Kapikoy derbasî Rojhilat bûn. Welatiyên ku ji bajarê Ûrmiyeyê bûn diyar kirin ku ji ber kutbûna înternetê bi rojan e ji malbatên xwe agahî nagirin û ji ber ku rewşa malbatên xwe meraq dikin derbasî welatê xwe dibin.
Li Deriyê Bajêrgeh çûn û hatin sînordar e
Li deriyê sînor yê Bajêrgeh yê li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî çûn û hatina welatiyan sînordar ê û bi qontrol pêk tê. Li gor agahiyên ku me ji welatiyên li Îranê derbasî Bakur bûn wergirtî, Îran destûr dide ku rojê tenê 30 kes ji deriyê Bajêrgeh derbasî Bakûr û Tirkiyeyê bibe. Destûr nade ku kesên tenê hemwelatiyên Îranê ne derbas bibin. Di heman wextî de welatiyên Îranê li deriyê sînor yê Bajêrgehê jî wek deriyê Kapikoy nebe jî derbasî welatê xwe dibin.
Gelek TIR ji bo ku derbas bibin di dorê de ne
Îranê ragihandibû ku deriyên sînor yên di navber Îran û Iraqê de ji bo bazirganiyê girtine, lê deriyên bi Tirkiyeyê re ji bo bazirganiyê vekirîne. Îro di nav rojê de gelek TIR li deriyê Bajêgeh ê li navçeya Geverê ji bo ku derbasî Îranê bibin sekinîne.














