• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

    Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Li Hewlêrê êrişî Refîneya Lanaz hate kirin

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîş hatin dayîn

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

    Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

Omer Demîr / AW

15 ADAR 2026 - 09:47
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Stenbol – Sîdar û Zana Uslu ên piştî sala 2021an bi koçkirina Stenbolê re dest bi dirûtina cil û bergên Kurdî kirine diyar kirin ku ew çiqas ji Kurdistanê dûr bin jî li Stenbolê bi çanda xwe re dijîn û wiha gotin: “Newroz cejna Kurdistanê ye. Ji bona wê divê tevahiya gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tevlî Newrozê bibe. Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin.”

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bi hezaran Kurd dijîn. Ji wan gelek kes jî bi sedema zextên Tirkiyeyê ji bajarên Kurdistanê koçî Stenbolê kirine. Sîdar û Zana Uslu jî berî 4 salan li Wanê zewicîn û koçî Stenbolê kirin. Li Stenbolê dest bi karê dirûtina cil û bergên Kurdî kirin û ji xwe re dikanekê dirûnkariyê vekirin. Di dikanê de cil û bergên Kurdî didûrin û difiroşin.

Sîdar û Zana Uslu di pêvajoya Newrozê de derbarê eleqeya cil û bergên Kurdî de axivîn.

‘Cil û bergên Kurdî esaleta me ye’

Sîdar Uslu diyar kir ku ew ji berê ve karê dirûnkariyê dike, 4 sal berê ji xwe re dikana dirûnkariyê vekirine û wiha axivî: “Em çiqas ji Kurdistanê dûr ji bin jî, çanda xwe li Stenbolê dijîn. Newroz nêzik e ji bona wê karê me jî zêde bûye. Herkes ji xwe re curbicur cil û bergên Kurdî dikire. Her sal berî Newrozê karê me zêde dibe. Cil û bergên Kurdî esaleta me ye. Gelê Kurd bi cil û bergên xwe tê naskirin. Ji bona wê gel herdem dixwaze cil û bergên Kurdî li xwe bike. Em hêvîdar in ku Newroza îsal jî dê bi coş were pîrozkirin.”

‘Newroz cejna Kurdistanê ye’

Zana Uslu da zanîn ku ew bi hatine Stenbolê ji çanda xwe dûr neketine û ev tişt gotin: “Em jî, gel jî ji cil û bergên Kurdî gelek hez dikin. Newroz ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Kurdên ku ji Kurdistanê koçî Stenbolê kirine girêdayî çanda xwe ne. Her Newroz gel tê li vir ji xwe re cil û bergên Kurdî dikirîn û didin dirûtin. Niha jî çend roj ji Newrozê re mane. Gel ji xwe re cil û bergên Kurdî dikirîn. Em jî yek bi yek cilan li vir didûrin. Newroz cejna Kurdistanê ye. Ji bona wê divê tevahiya gelê me bi cil û bergên xwe tevlî Newrozê bibe.”

Etîket: çandCil û bergên KurdîNasnameNewrozSîdar UsluZana Uslu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çelenga Newrozê Zekiye Alkan  : Çareya li dijî bêçaretiyê

Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

15 ADAR 2026
Çelenga Newrozê Binevş Agal  : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

15 ADAR 2026
Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

Li çar navçeyên Stenbolê agirê Newrozê geş bû

14 ADAR 2026
Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

Newroz Colemêrgê taloqî 24ê Adarê hate kirin

14 ADAR 2026
Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

Gelê Licê Newroz pîroz kir: Newroza îsal mizginiya azadiya birêz Ocalan e

14 ADAR 2026
DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

DEM Partiyê li Colemêrgê xelkê vexwend pîrozbahiya Newrozê

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    Heyeta Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Newroza Amedê silava dawî ya hunermendekî mezin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî li Îzmîrê hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyana ku veguherî agirê Newrozê: Pêşengê Çapemeniya Azad Mazlum Dogan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Nisêbîn, Kop, Xelfetî û Misircê Newroz hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Evdirehman Zal li gundê wî hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (552)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne