• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

    Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

    ‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

    ‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

    Abdullah Ocalan: Civakê birêxistin bikin

    Abdullah Ocalan: Civakê birêxistin bikin

    Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

    Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

    Di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de seferên hewayî dest pê dikin

    Di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de seferên hewayî dest pê dikin

    2 hezar û 248 namzetên jin dê ji bo kursiyên meclisê têbikoşin

    2 hezar û 248 namzetên jin dê ji bo kursiyên meclisê têbikoşin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

    Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

    ‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

    ‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

    Abdullah Ocalan: Civakê birêxistin bikin

    Abdullah Ocalan: Civakê birêxistin bikin

    Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

    Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

    Di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de seferên hewayî dest pê dikin

    Di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de seferên hewayî dest pê dikin

    2 hezar û 248 namzetên jin dê ji bo kursiyên meclisê têbikoşin

    2 hezar û 248 namzetên jin dê ji bo kursiyên meclisê têbikoşin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Taşçier: Gelê Kurd çok nedanî û li ber xwe da

Omer Demîr / AW

2 MIJDAR 2025 - 08:17
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Parlamenterê HDPê yê berê Îmam Taşçier ku di operasyona 4ê Mijdara 2016an de hat binçavkirin, diyar kir ku ew operasyon li dijî serkeftina HDPê ya hilbijartinê bû û got: “Ji bo pêşiya çareseriyeke demokratîk parlamenter binçav kirin û girtin.”

Di 28ê Sibatê 2015an de li Qesra Dolmabahçeyê di navbera HDPê û AKPê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku li ser 10 xalan lihevhatinek çêbûye. Li dijî vê di 22yê Adara 2015an de Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan got ku ew daxuyaniya Dolmabahçê baş nabînê. Piştî daxuyaniya Erdogan pêvajoya çareseriyê ber bi xirabû û şer dîsa dest pê kir. Dewleta Tirk li her aliyê ve li ser gelê Kurd êrişek berfireh meşand û dest bi “Plana Çokdanînê” kir. Di 4ê Mijdara 2016an de 12 parlamenterên HDPê hatin binçevkirin. Hevserokên HDPê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji di nav de 9 parlamenter hatin girtin. Di salvegera operasyonê qirkirina siyasî de Îmam Taşçierê ku wê demê hatibû binçavkirin û berdan, ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Erdogan serkeftina Kurdan hezim nekir’

Siyasetmedar Îmam Taşcier diyar kir ku di sala 2009an de li Osloyê pêvajo dest pê kiribû û wiha axivî: “Piştî cemaata Gulen vê pêvajoyê derxist holê pêvajo xirabû. Di sala 2013an de bi destilatdariya Erdogan pêvajoyekî nû dest pê kir. Di wê pêvajoyê de di 28ê Sibata 2015an de li Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî hat dayîn. Lê paşê Erdogan got ‘Ez vê tiştê qebûl nakim.’ Paşê hilbijartin pêk hat. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 13 zêdetir deng girt û 80 parlementer dest xist. Di dîroka Kurdan de hêzekê wîsa cara yekemîn ket Meclisê. Erdogan ew serkeftin hezim nekir û hilbijartinê dubare kir. Di navbera van hilbijartinan de, li Enqere, Pirsûs û gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi destê DAIŞê bi êriş pêk hatin. Wê demê gelek komkujî pêk hatin. Piştî wan êrişan di 1ê Mijdarê 2016an de dîsa hilbijartin pêk hat. Dengê HDPê hinek kêm bû lê dîsa hêzeke mezin bi dest xist û di Meclisê de bû partiya seyemîn.”

‘Parlamenter girtin’

Siyasetmedar Îmam Taşçier destnîşan kir ku desthilatê plana çokdanînê pêk anî û ev tişt anî ziman: “Xwestin plana çokdanînê berdewam bikin. Êrişên wan berdewam kir. Lê kurdan çok daneanî. Di 20ê Gulanê 2016an de bi alîkariya CHPê ji ber ku desthilatdar ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran hewceyî denge 10 parlamenteran hebû. CHPê jî denge 20 parlamenteran da û di qanûnê de guherandin çêbû. Paşê jî mafê parêzbendiya parlamenterên HDPê hat rakirin. CHPê ev tişt dizaniya lê dîsa jî alîkarî da AKPê. Di 4ê Mijdarê 2016an de 12 parlamenterên HDPê hatin binçavkirin. Ez jî yek ji wan bûm. Ez li dervê mala xwe di saetên sibehê de binçav kirim. Bi balafirekê taybet min anîn Amedê. Wê demê ji xwe biryara bêm binçavkrin û berdan hatibû girtin. Me dizaniya ku tiştekî wîsa yê pêk bê. Me ji xwe re îfadeyekî giştî amade kiribû. Paşê em sewqî Dadgeriyê kirin. Me li wir îfadayê da û got ku ‘em darizandina we qebûl nakin ev biryar siyasiye.’ Ji bo wê jî me parastina siyasî kir. Paşê 10 parlamenter hatin girtin. Çiqas dem derbas bû êriş zêdetir bûn. Di van êrişan de hat xwestin ku pêşiya rêya demokrasiyê bigirin ku pirsgirêka Kurd çareser nebe. Wan dixwest komkujiyê bikin. Di navbera 1991an û 1997an de 17 hezar Kurd hatin kuştin. 4 hezar gund hatin şewitand, 4 milyon kes ji cih û warên xwe koçber bûn. Ji bo pêşiya çareseriyekî demokratîk bigirin êrişî parlamenteran kirin. Îro jî bi 10 hezaran kes di girtîgehan de ne.”

‘Divê zagon bên guhertin’

Îmam Taşçier bi bîr xist ku di 4ê Mijdarê 2024an de desthilatê dîsa bi tayînkirina qeyûman êriş kir û got: “Di 4ê mijdara sala par de qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Elihê û Xelfetiyê kirin. Xwestin ku peyamê bidin û bibêjin ‘me ew roj ji bîr nekirine û bi zanistî wê êrişê pêk anîne.’ Fikr û ramanê wan heta îro didome. Lê nêzî salekê ye siyaseteke nû tê meşandin. Dewleta Tirk fem kir ku wîsa nameşe. Devlet Bahçelî hat silav da Hevserokên DEM Partiyê û pêvajoyekî nû dest pê kir. Wan jî aşkere got bi şer û kuştinê ev pirsgirêk çareser nebe. Gelê Kurd çok daneaî. Pergala ku dijminatiya Kurdan dikir neçar ma û dawiyê gav avêt. Bahçelî jî got bila Birêz Abdullah Ocalan bê Meclisê û biaxive. Ev gavên êrenî ne. Bi gavên demokrasiyê divê ev pirsgirêk çareser bibe. Lê parlamenterên ku berê hatine girtin hê jî di girtîgehan de ne. Divê di qanûnan de guherandin bê çêkirin. Guherandin çênebe gel jê bawer nake. Bi gotinan pêvajo nameşe. Di navbera 2013 û 2015an de jî gelek tişt hat gotin. Erdogan digot ‘min gomlekê agir li xwe kiriye û zimanê zikmakî helal e.’ Lê dema ez li Meclisê bi kurdî axivîm mîkrofon girtin. Hê jî mîkrofon tên girtin, tu tişt nehetiye guherandin. Di qanûnan de guherandin çênebê, em tu tiştî qebûl nakin. Divê gav bên avêtin. Paşê jî divê li ser mafê Kurdan nîqaş bên kirin. Îro qanûn ji Tirkan re cudatir e ji Kurdan re cudatir e. Gava vekirina rê perwerdehiya zimanê Kurdî ye. Divê ji wan tiştan re çareserî bê dîtin.”

Etîket: HDPÎmam TaşçierKurd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

‘Têkoşîna azadî û demokrasiyê berfireh bikin’

2 MIJDAR 2025
Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

2 MIJDAR 2025
Gonul Ûzûnay: Hîmê qeyranê neçareserkirina kêşeya Kurd e

Gonul Ûzûnay: Hîmê qeyranê neçareserkirina kêşeya Kurd e

31 COTMEH 2025
Avakirina nasnameya tirkbûyîn û misilmanetiyê

Avakirina nasnameya tirkbûyîn û misilmanetiyê

18 COTMEH 2025
Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

Cemîle Turhalli: Civaka Demokratîk temînata gelan e

9 COTMEH 2025
‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

‘Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareseriyeke demokratîk pêşnakeve’

4 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (30)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne